Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriye hişyarî da gel

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hewl tê dayin, li herêmê şerê mezhebî bê derxistin û hişyarî da gelê herêmê ku li hemberî nûçeyên derew û manîpulatîf hişyar be.

Navenda Nûçeyan – Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hewaya tirsê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Rojava bide avakirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku nekevin bin bandora hewldanên hin aliyên ku dixwazin nakokiyên mezhebî derbixin û nûçeyên dûrtî rastiyê belav dikin.

‘Nûçeyên dûrî rastiyê tên çêkirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sûriye di pêvajoyek dîrokî re derbaz dibe û wiha hate gotin: “Îro li welat pêşketinên mezin çêdibin. Ev hemû geşedanên ku li welatê me Sûriyeyê pêk tên bûne navenda siyaseta navneteweyî. Di vê pêvajoya guherîn û geşedanan de, hin alî bi gurkirina nakokiyên mezhebî û belavkirina nûçeyên dûrî rastiyê, dixwazin kêfxweşiya gelê me têk bibin. Ev alî tenê xizmeta ajandayên derve yên li dijî gelê Sûriyeyê dikin, nûçe û agahiyên derew li ser malperan û hin platformên ragihandinê belav dikin, hewl didin ku rewşa ewlekarî û aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  têk bibin û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de xerab bikin.”

Bang li gel hate kirin

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van kiryarên ku tenê xizmeta dijminên gelê me dikin, hişyar bin, hemû nûçeyan bawer nekin. Tenê guh bidin agahî û nûçeyên ku bi rêya platform û dezgehên ragihandinê yê fermî û pêbawer têne weşanadin.”

‘Daxuyaniyên fermî esas bigrin’

Her wiha bang li rojnamevanan  û xebatkarên çapemeniyê kir ku agahiyên ji hêla alî û dezgehên fermî ve nehatibin piştrastkirin, neweşînin. Daîreya Ragihandinê bi boneya rizgariya ji rejîma zalim li Sûriyeyê pîrozbahî li gel kir û wiha daxuyaniya xwe bidawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê ku li dijî terora cîhanî ya DAIŞ`ê li ber xwe da, têkoşîn û şer kir, ew ê karibe armancên xwe pêk bîne, bi zanebûna û hişyariyê şoreşa xwe û destketiyên ku bi saya fedekariya şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin, biparêze.”