Karkerên koçber: Cejna me bi vekişîna dewleta Tirk ji ax û malên me ye

Karkerên koçber yên ku di kooperatîfa tenûra Îştar de kar dikin û para xwe ji koçberiyê girtine, derbarê 8’ê Adarê de axivîn û gotin ku cejna wan bi vekişîna dewleta Tirk a ji mal û axa wan dê temam dibe.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Jinên ku êşa koçberiyê jiyane û malên wan hatine dagirkirin, nasnameya wan tê binpêkirin, dîroka wan tê dizîn û demografiya herêma wan tê guhertin, jiyanek ji rêzê najîn. Hêviyên xwe li gorî pêvajoya ku herêma wan tê re derbas dibe dirêsin, xeyalên wan yên di nav şer de nikare bi xeyalên kesên ku dûrî şer dijîn re werin hevrûkirin.

8’ê Adarê.. rojeke ku giştî jinên cîhanê bi sembola guleke sor û pariyekî nan tîne cem hev e, lê îro têkoşîn û berxwedanî wan ji berê zêdetir hevgirtî kiriye û bi felsefeyeke ber bi pêkanîna armancên têkoşîna xwe ve diçin, ew jî Jin Jiyan Azadî ye.

Kongra Star ji wan re bû alîkar

Jinên ku ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve ji bajarê Serêkaniyê koçber bûn, kêfxweşiyên wan nîvco dimînin, sedem jî dagirkeriya Tirk e. Jinên ku koçber jî bûn, îro li gundê Til Nesrî yê Aşûriyan li derdora Til Temir a Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn. Jinên ku Komîteya Aborî ya Kongra Star ji wan re palpiştî kirin, ji bo wan kooperatîfa tenûra Îştar hat vekirin. Îro jinên ku hem nasnameya jinbûnê digrin, hem jî nasnameya koçber û karkeran girtine û wan bihêz dike, nêrînên xwe yên derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê te, bi ajansa me re parve kirin.

Emîne Hisê du caran koçberî jiyaye, yek ji Helebê dema ku çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşê wan kirine, koçberiya dûyemîn jî ji Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûye.

‘Ji bo misogerkirina siberoja xwe divê jin mafên xwe bistîne’

Emîne Hisê got ku ew bi hatina 8’ê Adarê û girêdana bi têkoşîna xwe re serbilind dibin û wiha dewam kir: “Divê jin mafê xwe bistîne, bi taybetî ji bo ku siberoja xwe misoger bike. Berê ne wekî îro ye, berê ev têkoşîn nebû lê îro jin dixebitin, dixwazin biserkevin û azadiya xwe bidest bixin. Jinên îro naşibihin jinên duh, yên îro zana û di aliyê ferasetê de pêşketî ne. Jinên berê tenê bi karên çolê û çandiniyê, zarok mezin dikirin, lê îro cûda ye. Jin dikare her karî bike. Pêwîst e ku mêr jî îro xwe biguherîne da ku bikaribe li kêleka jinekê kar bike û bi wê bîr û baweriyê jî nêz bibe ku jin jî wekî wî ye. Jiyan hêsantir dibe dema ku tifaq û hevdû fêmkirin di navbera jin û mêr de hebe.”

Hêviyên di paşila bendewariyê de li benda pêkanînê ne

Emîne Hisê hêvî û daxwazên xwe bi mebesta 8’ê Adarê anî ziman û wiha got: “Daxwaza me rizgarkirina Serêkaniyê ji dagirkeriya Tirk e. Bila statuyekî gelê Kurd hebe, Kurd di şerê xwe de biserkevin. Bi hêviya ku di rojek wek 8’ê Adarê de em vegerin malên xwe. Heman wextê jî kêfxweşiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan temam dibe.”

‘Wekheviya di navbera her du zayendan de pêwîstiyek e’

Emîra Micris jî destnîşan kir ku tevî ewqas têkoşîn dide hîn jî riyek dirêj a têkoşînê li pêşiya wan e û wiha pê de çû: “Ji lewra daxwaza me wekhevî ye ku jin û mêr di yek astê de bin. Ev pêwîstiyek e, ji ber ku jin ji mêr zêdetir ked dide, ji mêr zêdetir bi civaka xwe re dibe alîkar û li hember her tengasiyê jî ji mêr zêdetir jin bi tedbîr tevdigere. Jin dikare karê ku mêr dike jî bike, hêza jinê ya kirinê heye di civakê de. Jineke bihêz û wêrek dikare bi tenê jî têbikoşe. Divê erk û berpirsiyartî hevpar bin û her kes rola xwe bilîze, bêyî ku îradeyek li ser hesabê îradeya din were ferzkirin.”

Daxwazên koçbera ku kêfxweşiyên wê tim nîvco dimînin

Emîra Micris got ku wekî koçberek daxwazên wê yên rewa jî hene û van daxwazan wiha rêz kir: “Em koçber in, ji lewra em daxwaza vekişîna dewleta Tirk a dagirker ji axa me dikin û hemû bajar û axên me careke din vegerin destên gelê xwe. Kêfxweşiyên me nîvcoyî ne, ji ber ku ax û bajar û malên me dagirkirî ne. Koçberî cûreyek tundiyê ye, ji lewra heta ku ev tundî bidawî nebe û bajarên me rizgar nebin, wê her kêfxweşiyên me nîvco bimînin. Cejna me ya jinên koçber rizgarkirina axa me ye û vegera jiyîna di siya malên xwe de ye. Ez ê çawa cejna xwe pîroz bikim di wextekî ku mala min di bin dagirkeriyê de ye? Cejna her dayîkek, başbûna welatê wê, tunebûna dagirkeriyê ye. Ancax wê çaxê em dikarin bêjin ku cejna me cejneke temam e û ji dil wê kêfxweşiyê bijîn. Her wiha hêviya me derketina Rêberê me ji zîndanê û vegera wî ya nav jinan û gel e. Xeyala me welatekî azad û cîhanek bê tundî ku jin û mêr tê de wekhev bijîn e.”