Rêveberiya xweser kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist
4’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dirûşma “Rêveberiya Xweser Pira Xwegihandina Azadiyê ye” dest pê kir.
Şengal- Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi coş û moraleke mezin bi dirûşma “Rêveberiya Xweser Pira Xwegihandina Azadiyê ye” li Şengalê dest pê kir. Ji saetên sibehê ve ji Şengalê û derdora wê bi sedan mêvan û delege ber bi cihê kongreyê Qada Azadiyê ve hatin. Bi giştî 250 delege û 50 mêvan beşdarî kongreyê bûn. Yek ji taybetmendiyên vê kongreye ew e ku cara yekem e ji pêkhateyên Ereb, Şîa û Mesîhî jî beşdarî kongreyê bûne. Wekî din, ji civaka Êzidî ya Rusya û Ewropayê jî mêvan û delege beşdarî kongreyê bûne.
Di Kongreyê de axaftina vekirinê ji aliye hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico û Qasim Xelef ve hat kirin. Di axaftinan de li ser girîngî û armanca kongreyê nirxandin hatin kirin. Riham Hico di nirxandina xwe de got: “Ew kongre ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê ye her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê jî girîng e. Her wiha di axaftina vekirinê de hat destnîşankirin ku ev kongre ji bo mîsogerkirina Xweseriya Şengalê, xwedî armanceke xurt e.
Kongre bi xwendina peyamên mêvanan berdewam dike.