Rêveberiya Xweser jinek û 3 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê radestî Brîtanyayê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinek û 3 zarokên Brîtanî yên malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şandeke fermî ya Brîtanyayê kir.

Navenda Nûçeyan – Şandeke fermî ya Brîtanî bi serokatiya Cîgira Rêvebera Ofîsa Sûriyeyê ya Brîtanyayê Mary Shockledge û sekretera duyem ya karûbarên siyasî Niamh Connolly serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Dayreya Têkiliyên Derve Fenar El Kiêt, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, Şêwirmendê Rêveberiya Deriyê Sêmalka Rojhat Elî û Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Lana Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Fener El Kiêt ji şandeya Brîtanyayê re behsa geşedanên dawî yên li Sûryeyê, danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de, rewşa diyaloga kurdî- kurdî û helwesta rêveberiyê ya derbarê Danezana Destûrî ya desthilta Şamê kir.

Mary Shockledge jî hehsa girîngiya p rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin kir. Her wiha diyar kir ku rewşa mirovî û ewlekarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîna xirab e û DAIŞ li Sûriyê, Iraq û navçeyên din weke metirsiyeke rasteqîn e.

Shockledge diyar kir ku welatê wan, weke endamek di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê bi hevkarên xwe re berdewam bike, bi taybet Hêzên Sûriya Demokratîk, ji bo têkbirina DAIŞê ya demdirêj.

Di dawiya serdanê de jinek û 3 zarokên Brîtanî ji malbatên DAIŞê li gorî belgeyeke fermî ya ku di navbera Rêveberiya Xweser û Brîtanyayê de hatiye îmzekirin, radestî şanda Brîtanyayê hate kirin .