'Rêveberiya Xweser gel ji qirkirinê rizgar kir'

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a bajarê Kobanê Hêlîn Hacêm bi mebesta salvegera damezrandina pergala Rêveberiya Xweser a li bajêr got ku vê pergalê, gel ji qirkirinê rizgar kiriye.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – 27'ê Çileya 2014'an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Kobanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Ev proje ji bo pêkanîna yekbûna gelê herêmê û misogerkirina maf û nasnameyên wan hat avakirin. Projeya Rêveberiya Xweser ji gelê herêmê re û ji aloziya Sûriyê ku parastina mafê hemû netew û mezhebên herêmê dike re bû rêya çareseriya demokratîk.

Di Rêveberiya Xweser de yek ji bendên herî girîng, piştevaniya bi jin û ciwanan re ye. Ji ber vê yekê ji avakirina komînan bigre heya pergala hevseroktiyê, jin cîhê esasî digire. Jin di nava xweseriyê de xwedî reng, raman û nasnameyek serbixwe ye. Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a bajarê Kobanê Hêlîn Hacêm bi ajansa me re bi mebesta salvegera avabûna Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê, axivî.

'Xweseriyê gel ji qirkirin û tunebûnê rizgar kir'

Hêlîn Hacêm di destpêka gotinên xwe de qala wate û girîngiya Rêveberiya Xweser a bo ji gelê herêmê kir û wiha got: "Di 27'ê Çileya 2014'an de pergala Rêveberiya Xweser li her sê kantonên Efrîn, Firat û Cizîrê bi armanca hembêzkirina hemû pêkhate û gelên herêmê, ji bo rêvebirina civakê ya bi deng û nêrîna gel, hata avakirin. Gel dikare xwe bi xwe, xwe birêve bibe, ji komînan bigre heya meclîsan. Girîngiya Rêveberiya Xweser ew e ku ji ber bi salan e gelê herêmê hatibû bişaftin û tunekirin, bi taybetî gelê Kurd ê ku bi siyaseta qirkirina çandî, aborî û civakî re ji aliyê sîstema Baasê re rûbirû diman. "

'Mafên Kurdan hatibûn çewsandin'

Hêlîn Hacêm eşkere kir ku beriya Rêveberiya Xweser bê avakirin gelê Kurd di pêvajoyên dijwar re derbas dibû û wiha pê de çû: “Gelê Kurd berî ku Rêveberiya Xweser bê avakirin, di pêvajoyên giran û dijwar re derbas dibû. Mafên wan ên rewa hatibûn dizîn, ku yek jê axaftin û fêrkirina bi zimanê Kurdî bû. Heya niha nasnameya Kurdan li Sûriyê nayê peydakirin. Ev encama desthilatdariya yek reng e. Lê rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikaribû bibe deng û îradeya gelê herêmê da ku di nava ewlehî û aramiyê de bijîn û mafên xwe yên jiyanî bidest bixin.”

'Jinan mafên xwe bi dest xistin'

Hêlîn Hacêm derbarê beşdariya jin û ciwanan a li pergala Rêveberiya Xweser de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di nav perqala xwe de dikarîbû parastina maf û nasnameya jinan bike û wiha got: “Di heman demê de derfetê da ciwanan ku hebûnên xwe di nav vê pergalê de nîşan bidin û parastina maf û hebûna xwe bikin. Ev yek jî bi rêya avakirina meclîs û komîteyên girêdayî ciwanan pêkan bû. Jinên ku bi feraseta baviksarî di nava qirkirin û koletiyê de rûbirû diman, îro bi saya pergala Xweseriyê rola xwe nîşan dan û  bi mêran re di cihên rêveberiyê de bûn xwedî biryarên girîng. Jinan mafên xwe yên rewa bi dest xistin. Ew jî bi rêya pergala hevseroktiyê bû.”

'Mîrasa xwe ji şoreşa 19'ê Tîrmehê digire'

Hêlîn Hacêm da zanîn ku destkeftiyên îro mîrasa xwe ji şoreşa 19'ê Tîrmehê digre û wiha pê de çû: “Her gavek ku Rêveberiya Xweser îro davêje, mîrasa şoreşa 19'ê Tîrmehê ye ku bi şoreşa jinê tê pênasekirin. Yek ji destkeftiyên vê şoreşê ew e ku her netewek bi ziman û nasnameya xwe dijî, her wiha di dibistanan û qadên perwerdehiyê de jî her pêkhateyek bi zimanê xwe dixwîne.”

'Çareseriya guncav pergala Rêveberiya Xweser e'

Di berdewama gotinên xwe de Hêlîn Hacêm bal kişand ser aloziyên ku tên jiyîn û çareseriya wan jî. Hêlîn Hacêm wiha got: “Cîhan û Rojhilata Navîn di alozî û nakokiyan re derbas dibin. Rêveberiya Xweser tevî van nakokan jî dikaribû wekheviya gelan ava bike û ji cîhanê re nîşan da ku projeya Netewa Demokratîk çareseriya herî guncav e. Piştî hilweşîna sîstema Sûriyê hê jî ev alozî berdewam dikin û di demên bê de wê bibin şerên mezheban, ev jî xeteriyek ava dike. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser heye ku wê dawî li şerê li herêmê bîne û mafên gelên Sûriyê biparêze. Tevî ku li herêmên Sûriyê şer rawestiya jî, li herêmên me yên ku dawî li terora DAIŞ’ê anîne, şer berdewam e û dagirkeriya Tirk êrîşên xwe dijwartir dike.”

'Projeya Netewa Demokratîk dikin hedef'

Di dawiya gotinên xwe de Hêlîn Hacêm bang li civaka navnetewî kir û wiha got: “Divê rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û xeteriya wê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin. Zextê bidin ser dewleta Tirk ku dev ji êrîşên xwe li ser herêmê berdin. Ev êrîş, yekem projeya Netewa Demokratîk hedef digirin.”