Rêveberiya Xweser: Em ê bi vîna gelê xwe bi ser bikevin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hemû herêm bi taybet Kobanê bi êrîşên wêranî û qirkirinê re rû bi rû ne û got, "Em ê bi biryar û vîna gelê xwe bi ser bikevin."

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 “Bajarê Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî û bi saya şervanên YPG/YPJ'ê ji bo gelê me veguherî mîraseke lehengiyê, ji bo tevahî cîhanê jî veguherî mîraseke mirovahiyê. Li Kobanê rêxistina DAIŞ'ê hat şikandin û ruxmî piştgiriya yekser a dewleta tirk jî, ji armanca xwe ya avakirina dewleta Îslamê li Şam û Iraqê paşde gav avêt.

1'ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) ku gelên cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê daketin qadan, di dîroka Rojhilata Navîn a nûjen de bûyereke dîrokî ye, her wiha gaveke girîng e ji bo piştgiriya gelan ji hev re di têkoşîna azadî û demokrasiyê de.

‘Hê jî herêmên me bi gef û êrişan re rû bi rû ne’

Di salvegera 9'emîn a rizgarkirina Kobanê û di Roja Kobanê ya Cîhanê de, em carek din spasiya gelê xwe dikin ku helwesteke dîrokî nîşan da. Mîrasê berxwedana Kobanê mîraseke mirovahiyê ye û ji bo gelên azadîxwaz û demokratîk destkeftî ye. Her wiha em spasiya hemû pêkhateyên gelê me yê Sûriyeyê, Kurdistanê û enternasyonalîstên azadîxwaz ên ku xwedî li Kobanê derketine dikin.

Lê belê ji bo rakirina tola terora cîhanî (DAIŞ) hê jî herêmên me û di nav de Kobanê bi gef û êrişan re rû bi rû ne. Dewleta tirk êrişî herêmên me dike, sûcan pêk tîne, binesaziyê xira dike û gefê li aramî û ewlehiya wê dixwe. Her wiha gefê li destkeftiyên li dijî DAIŞ'ê û terorê hatine bidestxistin dixwe.

‘Gelê me dê bi vîna xwe serkeftinê pêk bîne’

Em piştgiriya cîhanî ji bo Kobanê bi nirx dibînin. Parastina destkeftiyan bi berdewamkirina van helwestên piştgiriya şoreşa gelê me û şerê wî yê li dijî terorê dikin, sekinandina li hember dewleta tirk, teşhîrkirina siyasetên wê û piştgiriya wê ji terorê re û vekirina lêpirsînê der barê qirkirina ku li dijî gelê me pêk tîne, pêkan e.

Em ji gelê xwe re dibêjin ku mîrasa berxwedanê ya Kobanê û meşa şehîdên Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe ronahiya biryar û îradeya me ya ji bo bidestxistina daxwazên gelê me û parastina pêkhateyên gelê me. Her wiha dê rê li ber rizgarkirina herêmên me yên dagîrkirî û berdewamkirina şerê li dijî terorê û fitneyê veke. Em bawer in ku gelê me dê bi vîna xwe serkeftinê pêk bîne, herêmên dagirkirî rizgar bike û Sûriyeya yekgirtî ava bike.”