Rêveberiya Xweser: Em ê bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, daxuyaniyek da û got: “Em ê bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin.”
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dawîn ên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê de, daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û komkijiyan li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Armanca wê jî ew e ku ji tevliheviya li Sûriyeyê sûd wergire, ewlehî û îstîqrara li herêmê têk bibe.
Îro, careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê armancên xwe yên dijminahiya herêmê askera kirin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komkujiyeke din li gundê Sefiya yê rojavayê bajarê Eyn Îsayê pêk anî û di encamê de 8 sivîlên ji heman malbatê şehîd bûn û navên wan wiha ne; Xelîl Silêman, Wedah Silêman, Mihemed El Abo, Ebdulkerîm El Abo, Delal Silêman, Nadiye Silêman, zarokên bi navên Casim Silêman û zarok Husam Silêman.
Ev komkujî yek ji rêzekomkujiyên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê herêmê ye. Ev komkujî li dijî gelê ku rêxistina terorî ya DAIŞˋê têk biriye, tê kirin. Ev sûc destnîşan dikin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê wêran bikin û xelkê wê bikujin. Duh, di encama komkujiyeke din a li gundewarê Eyn Îsayê de 12 sivîl şehîd bûn.
Em van sûcan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker pêşî li dagirkeriya Tirk vedike ku sûcên xwe yên li dijî gelê herêmê zêde bike.
Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku van sûcan belge bikin û wan pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin da ku edaletê ji bo qurbaniyan re pêk bînin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrişan helwesteke cidî nîşan bidin, sivîlan biparêzin û şerê li dijî herêmê rawestînin.
Li hember van sûcên hovane, em ê parastina xak û xelkê xwe bikin û bi hemû derfetên xwe li hember dagirkeriyê bisekinin û planên wan têk bibin.
Îradeya gelê me nayê têkbirin, fedakariya şehîdên me jî dê her ji bo ronîkirina rêya azadî û rûmetê çira bin.”