Rêveberiya Xweser: Divê li hemberî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî daxuyaniyek da û got: “Divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.”

Navenda Nûçeyan- Daxuyanî li pêşiya avahiya xweseriyê ya li Reqayê bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn. 

Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û ya bi Erebî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber Hisên Osman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di destpêkê de em êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî xaka Sûriyê şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê silav dikin.

Ev êrîşa dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiye–DAIŞ tê de têk çûne ye. Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û bidestxistina sînorên Mîsaqi-Millî ye ku dewleta Tirk gelek caran ji bo pêk anîna wê dixebitî. Armanca vê êrîşê dagirkirin û parçekirina Sûriyeyê ye da ku wê bikin navenda terora navneteweyî ye. Armanca êrîşa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmek bû, tevahiya Sûriyeyê bû.

Destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin

Ji ber wê jî em bang li hemû gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku zanibin ku yek ji armancên vê êrîşê ew e ku hêviyên gelê Sûriyeyê di jiyaneke bi rûmet û azad de binpê bikin û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bikin û xakên nû tev li Tirkiyeyê bikin.  Ji ber vê yekê jî divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin.

Li derdora QSD`ê kom bibin

Her wiha em bang li ciwanên xwe dikin ku li derdora QSD`ê kom bibin. Em qonaxa seferberiya giştî radigihînin û bang li gelê xwe dikin ku her tim amade bin.

Di serî de saziyên me divê li ser karê xwe bin û di nava rewşeke hişyariyê de bin û her saziyek weke şaneyeke krîzê kar bike.

Em bang li civaka navneteweyî dikin û dibêjin ku ev êrîş dê bi xwe karesateke mirovî bîne û ev gef dê ne tenê li dijî Sûriyeyê be, lê belê ew DAIŞ`eke nû ye û dê encamên wê yên herêmî û cîhanî hebin.”