“Rêveberiya Xweser di Rojhilata Navîn de nimûne ye û divê di navdewletî de were naskirin”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd girîngiya pergala Rêveberiya Xweser di Sûriyeyê de nirxand û da zanîn ku pêwîst e di asta navneteweyî de Rêveberiya Xweser were naskirin, ji ber ku ji tevahî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re nimûneya herî ber bi çav e.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Şoreşa Sûriyeyê ku di bihara 2011'an de rû da, encama volkana dilê gelan bû. Gel wekî volkanê difûriyan û daketin qadan daxwaz kirin ku pergala rejîma Baas û netewperestiya wê were guhertin û wekî gel bikaribin bi rengekî azad bijîn. Ji lewra piştî ku şoreşê dest pê kir, ji destwerdana gelek hêzên hegemon şoreş veguherî krîzeke kûr ku çiqas e civînên Asîtana û Cenevreyê hatin lidar xistin, rewş çareser nekirin. Gelê Kurd li Sûriyeyê ji maf û zimanê xwe hatibû pişaftin, ji lewra di dema ku şoreş li Sûriyeyê despêkir, Gelê Kurd jî rabû serhildanan. Lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi qasî ku xwîn dan ewqas e destkeftî bi dest xistin û rêya sêyemîn hilbijartin. Da em bêtir hişmendî ango siyaseta rejîma Baasê dida meşandin û projeya Rêveberiya Xweser ku di roja me ya îro de, çiqasî dibe dermanê civakê, nas bikin me hevdîtin bi Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Madlên El-Ibêd re, pêk anî.
“Rejîmeke neteweperest û nijadperest e”
Madlên di destpêka axaftina xwe de siyaseta rejîma Baasê ya li Sûriyeyê dida meşandin wiha anî ziman: "Rejîma Baasê partiyeke siyasî, netewperestî û nijadperestî ye li tevahî Sûriyeyê tê nasîn û yek ji mezintirîn partiyên li Sûriyeyê ye. Partiya Baasê li gelek welatên Ereb hat avakirin, yek jê li Lîbya, Sûdan û Iraqê. Lê ger em behsa Sûriyeyê bikin, berovajî ku gel dixwest partiyê pêk dianî. Rejîma Baasê ne li gorî hêvî û xeyalên gelê Sûriyeyê bû, li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriya. Encama Şoreşa ku li welatên Ereban dest pê kir, fûrandina volkanê bû. Gel êdî rejîm û partiyên heyî qebûl nedikirin, gel banga aştiyê, edalet û wekheviyê kirin. Ya ku hişt Sûriyeyê bigihîje vê rewşa xirab û xeter siyaseta ku rejîma Baas dida meşandin e. Hêz, nêrîn û xwestekên civakê paşguh dikirin, tenê bi rêya desthilatdariyên xwe biryar ferz dikirin. Ya herî ku gelê herêmê jê bêpar dikir, ew bû jiyana bi ziman, çand û şaristaniya xwe domandin bû. Neteweyên ku bi qasî êş kişandin, bi şoreşê re serî hildan."
“Ji şoreşeke aştiyane veguherî şerê çekdarî û dagirkeriyê”
Madlên bal kişand ser destwerdana dewletên derve û hêviyên gelê Sûriyeyê û wiha domand: "Gelê ku li hemberî rejîmê serî hilda, bi hêvî bû ku guhertineke bingehîn ji pergala heyî re çêbibe, ne ku bikevin rewşeke jê xirabtir. Piştî ku gel dest bi şoreşê kir, hêz û dewletên derve destwerdana Sûriyeyê kirin û şoreşa aştiyane veguherî şerê çekdarî û krîzeke ku ev 11 sal in, berdewam dike derket. Piştî destwerdana derve, êşên gel zêdetir bûn qetilkirin, rûxandina bajaran û gelek krîzên din bi xwe re anî. Êdî ev krîz her ku çû kûrtir dibû. Civînên ku bi armanca çareseriya krîza Sûriyeyê wekî Cenevre û Astana dihatin lidarxistin, şûna ku agir vemirînin berovajî wê gur dikirin. Civînên Astana û Cenevreyê bûn sedema ku krîza Sûriyeyê kûrtir bibe. Bajarên Sûriyeyê, bi riya hevpeymanên di navbera Rûsya, Îran, Amerîka û gelek dewletên din, ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin. Ew civîn hêviyên gelê Sûriyeyê şikandin û dest bi xwînrijandina wan kirin. Hemû hêzên ku hatine Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe li vir in. Îran qaşo ji bo parastina gora Seyîda Zeyneb li Şamê ye lê mudaxeleya rewşa Sûriyeyê dike. Tirkiye jî di bin navê parastina sînorê xwe de, xaka Sûriyeyê dagir dike û parçe dike. Rûsya jî di rêya bikaranîna rejîma Sûriyeyê de hemû berjewendiyên xwe bi cih tîne, wekî ku Rûsya Sûriyeyê birêve dibe ne ku dewleta Sûriyeyê, Sûriye birêve dibe ye. Sûriye bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û cihê lihevkirinan û pêkanîna berjewendiyên hêzên hegemon."
“Wekheviya neteweyan, hişt şoreşa me ji şoreşên din cudatir be”
Madlên ferqa di navbera projeya Neteweya Demokratîk û Netewperestiya rejîma Baasê de bibîr xist û wiha got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji şoreşên ku di nava Sûriyeyê de rû da ye. Lê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke siyasî, çandî, azadiya gelan û şoreşeke civakî bû. Ya ku herî zêde bala cîhanê dikşîne ser xwe jî jiyana hevbeş û biratiya gelan e ku her neteweyek ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Çerkez, Êzidî û şîşan bi ziman, çand û şaristaniya xwe jiyana xwe domandin. Wekheviya di navbera netewan de, hişt ku şoreşa rojava ji şoreşên ku li Sûriyeyê rû da cudatir be. Fikra ku Rêveberiya Xweser ji bo wê têdikoşe, hişt wê bi hêztir bike û li ser asta civakî, siyasî û diplomasî deng bide."
“Şoreşa me şoreşa jin û gelan e”
Madlên sedema ku hişt Rêveberiya Xweser li ser asta cîhanî deng veda bi lêv kir û wiha pêde çû: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa gelan e. Şoreşeke ku ji kaniya hêza civakê û gel herikiye. Li herêmên rêveberiyê gel bi xwe sazî û dezgehan birêve dibe, wekî ku gel bi xwe xwe birêxistin dike û çarenûsa xwe diyar dike. Ger rêveberî biryaran derbixîne û civak li gorî berjewendiyên xwe nebîne, yekser rêveberiya xweser biryarê diguherîne ango betal dike. Nerîna civakê girîng e, civak tê guhdarkirin û ji êş ên wê/î re derman tê dîtin. Tu desthilat li Rojava tune ye, gel xwediyên destkeftiyên xwe ne. Ji lewre projeya Rêveberiya Xweser li ser asta herêmî û cîhanê deng vedaye. Ya herî li pêş ku civak jê rehet e bi wekhevî, edalet û bi rengekî azad nêrîna xwe parve kirin. Civaka ku bi hezaran sal lêgerê edalet û wekheviyê bûn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xewn û xeyalên xwe dîtin û niha pê re dijîn. Ya herî balkêş ku bi hezaran sal jin li bendê bûn, pêk hat. Êdî zagon hene ku mafê jinan biparêzin, jin cihê xwe di hevserokatiyê de digre û bi mêr re biryaran digre. Jinan jî şoreş pêk anî û dikaribûn ew mafên xwe yên ku winda kiribûn, bibînin û ji bo wê canê xwe feda bikin û jiyana wekhev biafirînin. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Jin li vir dîroka azadiya xwe dinivîsînin."
“Divê rejîma Sûriyeyê bi çavên netewperestî li Rêveberiya Xweser nenêre”
Madlên daxwaz kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê pêwîstî bi diyalogên Sûriye-Sûreyeyê heye û wiha pêde çû: "Divê ku êdî piştî ewqas e sal lihevkirinek di navbera rejîma Baas û Rêveberiya Xweser de çêbibe û hêviyên gel pêk bînin. Divê ku rejîma Sûriyeyê bi rengekî cidî tevli diyalogan bibe. Divê kelemên ku civakê 11 sal in dikşîne êdî bi dawî bibe. Ya herî girîng divê ku rejîma Sûriyeyê bi çavên nijadperestî û neteweperestiyê li Rêveberiya Xweser nenêre divê nas bike û bibîne ku şoreşa çêbûye, şoreşa gelan e. Rêveberiya xweser rêveberiyeke ku ji hemû neteweyan pêk tê ye."
“Pêwîst e Rêveberiya Xweser were naskirin”
Madlên bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Rêveberiya Xweser bi tecrubeya xwe ya 7 salan dikare bibe nimûne ji tevahî Sûriye û Rojhilata Navîn re. Ji lewre em dixwazin ku di asta navneteweyî de, Rêveberiya Xweser were naskirin û tevahî Rojhilata Navîn ji krîzan xilas bike. Ger wiha nebe, wê krîz bi dawî nebin û civak nikaribe bi rol û misyona xwe rabe."