Rêveberiya Xweser: Di encama êrişan de 2 jê jin 8 welatî şehîd bûn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya dawiya êrîşan eşkere kir û diyar kir dewleta Tirk 25’ê Kanûnê 40 caran êrîş pêk aniye, 8 welatî jiyana xwe ji dest daye û 18 welatî jî birîndar bûye.

Navenda Nûçeyan- Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk encamên êrişên dewleta Tirk ên ku 25’ê Kanûnê  li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, eşkere kir.  Li gorî bîlançoya ku di malpera fermi ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye weşandin, artêşa Tirk bi 7 balafirên şer û 33 balafirên bê mirov û biçek li dijî herêmê 40 êriş pêk anîye.  Dijî Qamişlo, Amûde û Kobanê 40 êrîş pêkhat

Di bîlançoyê de têkildarî êrîşan ev agahî hatin parvekirin: 

Li Qamişloyê dijî stasyona Sadkobê ya li taxa Cirnik, depoya madeyên xwarinê, kargehek li taxa Eleya, 2 şîrketên avakirinê, çapxaneya Sîmav, Nexweşxaneya Korona, nexweşxane, stasyona kehrebeyê, depoya êm, nexweşxaneya şûştina gurçikan, kargeha oksîjenê, devera li paş goristana şehîdan, depoya sîramîkê ya li nêzî çerxerêya pevguhastinê, stasyona sotemeniyê ya cotkaran, garaca Ezîz, depoya çîmento, gundê Um Fursan, sahrîcek mazotê ya vaal li taxa Eleya, sûka pêncşemê ya li taxa Eleya, depoya li nêzî nexweşxaneya Koronayê, kargeha Berfîn a çêkirina madeyên paqijiyê û stasyona sotemeniyê ya Botan, 31 êriş pêk hatin.  Li navçeya Amûdê 3 êriş li dijî hola dawatan a Kerem, depoya genim û depoya zeytûnan pêk hatin.  Li Kobanê garaca erebeyan, nexweşxaneya Meştenûr a ku Rêxistina Bijîşk Sînornenas a navneteweyî piştgiriya wê dike, şîrketek, kargeheke mirîşkan li ser rêya gundê Termîk, mazrea li ser rêya Heleb, garacek ji bo sererastkirina erebeyan, şîrketa avahiya ya Ehmed Temer bi 6 êrişan hatin hedefgirtin.  Di encama êrişan de 2 jê jin 8 welatî şehîd bûn

Di nav welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan 2 jin heye

Di encama êrişan de zêdetirî 2 hezar û 600 gund û bajar di tariyê de ne. Balafirên dewleta Tirk a dagirker stasyonên kehrebeyê yên li Qamişloyê, Dêrik û Dirbêsiyê bombebaran kirin.  Hemwextî êrişan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê Dendeniye yê bakur rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan ji baregeha leşkerî ya li gundê El Şêx Nasir topbaran kirin. Ruxmî ku gundê Dendeniye tije şênî ne. Di encama êrişan de 8 welatî şehîd bûn di nav de 2 jin hene. Her wiha 18 welatî birîndar bûn. Di nav wan de jin û zarok hene.  Navên 8 welatiyên şehîd ev in: 

Bêrîvan Mihemed  Ferhan Xelef  Riyad Hemo  Ferhan Temê  Rênas Hisên  Hisên Ehmed  Faris El Faris  Aye El Sebawî  Li gor Nivîsgeha Kar û Barên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şehîd Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo di êrişa li ser çapxaneya Sîmav de şehîd bûne. Her wiha Rênas Hemîd Hisên di êrişa li ser kargeha êm a El Cezîre, Ferhan Temê di êrişa li ser kargehekê li taxa Eleya, Aye El Sebawî di topbarana li ser aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê û Faris El Faris di topbarana li ser bajarê Qamişloyê de şehîd bûn.  18 welatiyên di êrîşan de birîndar bûn, li nexweşxaneyên herêmê tên dermankirin.  Ji 23`yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmê zêde kirin. Di wan êrişan de bi balafirên şer û yên bêmirov û bi çekên giran binesaziya herêmê, navendên stratejîk, sivîl û tenduristiyê ya herêmê bombebaran kirin.