Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk sûcê şer dike

Rêveberiya Xweser, diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer dike, hewl dide têkçûna xwe veşêre û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî seknekî zelal bin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Dmeokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk careke din hewl dide binkeftina xwe çi li Tirkiye yan jî derve, bi rêya hedefgirtina herêmê veşêre.

Rêveberiyê, diyar kir ku êrişkirin û hedefgirtina herêmê û şêniyan, sûcekî şer e nemaze ku li herêmê îstiqrareke balkêş çêbûye hemwextî operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê û piştevanên rêxistina terorîst.

Rêveberiyê, îşaret pê kir ku hêzên piştevanên DAIŞ`ê bi taybet dewleta Tirk xwe li hember van destkeftiyan ranagirin ji ber wê dem demê êriş herêmê dikin.

‘Dewleta Tirk hewl dide îstiqrara li herêmê têk bibe’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û got ku Tirkiye bi tevahî rêbazan hewl dide îstiqrara li herêmê têk bibe ji bo ku rê li pêşiya şaneyên DAIŞ`ê û hêzên dijberî herêmê veke da ku vê îstiqrarê têk bibin.

Her wiha rêveberiyê bang li hêzên ku dixwazin îstiqrar li herêmê pêk were û destkeftiyan biparêzin, kir ku helwestên diyar û zelal li hember êrişa dewleta Tirk nîşan bidin.

Rêveberiyê diyar kir ku bangewaziyên wê yên têkildarî xetereya DAIŞ`ê, rast in delîl jî êrişa li Moskovê ku berhema fikrekî tundraw e û xuya dike ku piştevanê wê li herêmê heye di serî de dewleta Tirk e. Rêveberiyê da zanîn ku ev geşedan xetere ne û ji ber wê divê civata navneteweyî stratejiyeke cidî diyar bike û bi Rêveberiya Xweser re hevkar be ji bo ku jêderên terorê tune bikin.

‘Em ê hêviyên gel di demokrasî, edalet û wekheviyê de pêk bîne’

Rêveberiya Xweser, di dawiyê de soz da ku bi tevahî rêbazan destkeftiyên gel û pêkhateyên herêmê biparêzin û îstiqrarê li herêmê û hêviyên gel di demokrasî, edalet û wekheviyê de pêk bîne.