Rêveberiya Xweser bernameya Newrozê eşkere kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bernameya pîrozbahiya Newroz 2021'an bi kongreyê çepemeniyê eşkere kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bernameya pîrozbahiya  Newroz 2021'an bi kongreyê çepemeniyê eşkere kir. 
Hesekê- Bi boneya 21’ê Adarê Cejna Newrozê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma "Bi rihê berxwedana Newroz ê, em ê dagirkeriyê têk bibin" li Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê bi raya giştî re par kir. Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Telet Yûnis axivî û bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere kir.
Bername wihaye: "Wê Newroz li 9 bajarên Herêma Cizîrê Dêrik, Girkêlegê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û li Holê were pîrozkirin. Bi tevlîbûneke girseyî wê pîrozbahî di saet 10:00 de werin despêkirin. Wê bernameyên Newrozê bi nameyên ji Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî û bernameyên ku Tevgera Çand û Hûner amadekiriye, were bi rêve birin. Eger derfetên derbasbûnê hebin, wê mêvanên derveyî Rojava ji Ewropayê tevlî pîrozbahiyan bibin. Bi rihê berxwedana Newrozê û berxwedana Efrînê tevlî Newrozê bibin. Wê Ewlekariya Hundirîn bi erkê xwe ve rabe, daxwaza me ji gelê me heye bi berpirsyartî tevbigerin.  Em Newroza 2021'an li gelê xwe pîroz dikin."
Paşê agirê Newrozê hat vêxistin û li ber stranên Newroz ê govend hat gerandin.