Rêveberiya Xweser: Êrîşên dewleta Tirk sûcê şer e

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rêveberiya Xweser ragihand ku êrîşan rê li ber xebatên xizmetguzariyê girtin û bandoreke neyînî li şert û mercên jiyanê kir.

Navenda Nûçeyan-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di nava hewldanên dewleta Tirk de bi rêya hikumeta AKP`ê li herêmê ku destêwerdanê dike û xwe tev li dozên herêmî û navneteweyî dike ku ew jî ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê ber bi hîpotezan ve bibe da ku siyasetên xwe yên navxweyî veşêre û ew jî piştî ku rola wê ya neyînî li Sûriyeyê û tevahî herêmê hate îsbatkirin.”

Îşaret bi hewlanên xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê hate kirin û hate gotin: “Dewleta Tirk li kêleka siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî herêmê û ji pîvana li ser xapandina raya giştî ya Tirkiyeyê hincetên derew ku bi temamî dûrî rastiyê ne, didomîne. Ev amûra şer bi awayekî rasterast herêmên me dike hedef û gefan li aramiyê dixe, hewldanên tunekirina terorê ku gelê me didomîne, asteng dike.”

‘Binpêkirina zagon û pîvanên exlaqî’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hedefgirtina sivîlan ku beriya 2 rojan û şevê din hatin kirin, her wiha hedefgirtina ku ji 4`ê Cotmehê ve hate kirin, hedefgirtineke berbiçav aramiyê û hewldanên eşkere di xwesteka dewleta Tirk de ber bi binpêkirina hemû pîvan û zagonên exlaqî ve ye, ku jixwe wan nas nake, her wiha sûcekî şer e ku nayê îzahetkirin.

Ev yek bi awayekî rasterast bandorê li xebatên aramiyê û rêbazên pêşxistina xizmetên jiyanî ji herêmê re ku 5 milyon kes tê de dijîn di navde koçber û penaberên ji herêmên Sûriyê ji Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî.

‘Terora dewleta Tirk berdevam dike’

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast dikin ku berdewama van êrişan rewşeke mirovî û jiyanî xirab bi xwe re tîne. Em teqez dikin ku çi êrişên dijminahî bi awayekî rasterast gefan li aramî û ewlehiyê dixe û herêmê ber bi zehmetiyan ve dibe, ji wan tevlihevî û terora ku dewleta Tirk dixwaze berdewam bike.”

‘Divê helwestên zelal li dijî êrîşan hebin’

Ji ber vê yekê jî divê helwestên zelal ji aliyê hemû hêzên ku parastina aramiya herêmê û tunekirina terorê dikin, hebin. Ew jî ji bo dewleta Tirk êrişên xwe rawestîne. Divê berpirsên kuştina sivîlên bêsûc li gorî qanûnên navneteweyî were kirin. Ji ber ku ev xebatên tundî û sûcên şer in.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de banga yekitî û hevgirtinê li gel hate kirin û sersaxî ji malbatên şehîdên êrişan re û şîfa ji birîndaran re hate xwetin.