Rêveberiya Xweser 9ˊê Adarê dike betlane
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8ˊê Adarê dewama li tevahî saziyên xwe di 9ˊê Adarê de dike betlane.

Navenda Nûçeyan – Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê dewama saziyên xwe bi boneya 8ˊê Adarê de giştînameyek da û wiha got:
"Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê tevahî sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şemiyê (9-3-2024) dike betlane, lê tenê daîreyên karên wan berdewamê dixwazin nakin betlane. Ev giştîname dikeve pratîkê."