Rêveberiya Tevgerê: Divê yasa hemû kesî bigre nav xwe

Rêveberiya Tevgerê di daxuyaniya xwe de got: “Divê yasayek ku ji Rêbertî heta şervanan her kesî beşdarî siyaseta demokratîk bike û azadiya fikrî û rêxistinbûnê di nav xwe de dihewîne, bê amadekirin.”

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Tevgerê derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku tê payîn bê Meclîsa Tirkiyeyê û bibe qanûn de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hate belavkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê de hat bibîrxistin ku ev 2 meh in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nikare bê kirin û wiha hat domandin: “Di demeke ku têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dewam dike de, pêkneanîna hevdîtinê bi muzakerevanê sereke yê gelê Kurd re, rewşeke ku pênasekirina wê zehmet e. Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi heyeta AKP’ê û Devlet Bahçelî re, ragihand ku li hev hatiye kirin ku qanûna çarçoveyê meha Tîrmehê bê derxistin. Piştî du rojan jî heyeta DEM Partiyê diyar kir ku wê 23’ê Tîrmehê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike.”

Rêveberiya Tevgerê bi bîr xist ku Serokkomar û hin rayedarên AKP’ê gelek caran destnîşan kirine ku ev pêvajo gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Di mijareke ewqas girîng de 2 meh pêkneanîna hevdîtina bi muxatabê sereke re, nîşan dide ku gotin û pratîk li hev nayên. Eger wê ji bo çareseriyê qanûneke çarçoveyê ya pêwîst bê derxistin, ev yek bi îradeya yekalî û ferzkirinê nabe. Mutabaqat bi lihevkirina nêrînên dualî dibe. Lewma divê nêrîn û pêşnûmeya ku Rêber Apo pêşniyar kiriye, li ber çav bê girtin.

‘Divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were

Rêveberiya Tevgerê destnîşan kir ku bi navê Tevgerê, nêrîn û fikrê xwe beriya niha bi raya giştî re parve kiribûn, ji ber vê yekê em naxwazin daxuyaniyek nû bidin û wiha domand: “Lê belê piştî hevdîtina navbera DEM Partî û AKP’ê di mijara qanûna çarçoveyê de careke din hin nirxandin hatin kirin ku ne yên qebûlkirinê ne. Hin kesayetên nêzî AKP’ê diyar kirin ku di vê qanûna çarçoveyê de wê têkildarî Rêber Apo xalek nebe û kadroyên rêveber jî li derveyî vê qanûnê bêne hiştin. Qanûnek eger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li nava xwe negire, wê bibe qanûnek ku ti pirsgirêkan çareser neke. Bi rengekî eşkere wê bê wateya sabotekirina pêvajoyê. Lewma divê afirandina mercên azad ên Rêber Apo bi qanûnekê pêk were. Eger bi qanûneke çarçoveyê ev bê kirin, hingî di mijarên têne nîqaşkirin de pêşketinek dikare bibe.”

Rêber Apo aktorê bingehîn ê pêvajoyê ye

Rêveberiya Tevgerê bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê pêvajoyê de û wiha got: “Her derdora ku dixwaze pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi pêş ve biçe, pêwîst e bi eşkere qebûl bike ku Rêber Apo aktorê bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Ev yek jî tenê bi qanûnê dibe. Ne tenê desthilatdarî, gelekî girîng e ku hemû hêzên siyasî yên muxalîf û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo serketina pêvajoyê di mijara muxatabiya Rêber Apo de helwesteke erênî nîşan bidin. Ji ber ku pirsgirêk dema ku hiqûqî û qanûnî bû, hingî qala çareseriyekê dikare bê kirin.”

Rêveberiya Tevgerê got ku “Eger wê rewşa şer a 50 salî li ser zemîneke siyasî û hiqûqî bê bicihkirin û çareserkirin, wê demê bi dûrxistina kadroyên rêveberiya tevgerê ji qada siyasî ya demokratîk û azad, çareserî pêk nayê. Lewma li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.”

‘Divê gav di dema xwe de bêne avêtin’

Rêveberiya Tevgerê da zanîn ku bêguman ji bo pirsgirêk bê çareserî neyên hiştin, divê gav di dema xwe de bêne avêtin û wiha got: “Lê belê qanûn eger ne yekpare be û di mijara çareseriyê de valahiyên xwe hebe, hingî dikare encamên nayê xwestin bi xwe re bîne. Ji ber vê jî divê bi Rêber Apo re nîqaş û lihevkirinek bê kirin û bi vî rengî qanûnek bê derxistin ku valahî tê de tine be. Ev qanûn ne tenê Tevgera me ya Azadiyê, di heman demê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Her qanûn, dema ku piştgiriya pêwîst wergirt dikare bi ser bikeve. Êdî ne Tirkiye ne jî gelên me dikarin xwe li têkçûneke din rabigirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî û derve yên Tirkiyeyê, eger wê yasaya kokdar a çareseriya pirsgirêka Kurd bê derxistin, gelekî girîng e ku ev qanûn kamilbûyî û gihîştî be. Ji feraseteke ku pirsgirêkê tenê bi danîna çekan ve pênase dike serxistina vê pêvajoyê nayê hêvîkirin.”

Nabe ku demokratîkbûn ji helwesta dewletê re bê hiştin

Rêveberiya Tevgerê destnîşan kir ku bidawîbûna pêvajoya şer a bi temamî û çareseriya pirsgirêka Kurd, bi esasî mijareke demokratîkbûnê ye û wiha domand: “Eger wê li ser şer û tundiyê israr neyê kirin, hingî yekane rêya çareseriya pirsgirêkan demokratîkbûn e. Her polîtîkaya ku demokratîkbûnê ji xwe re neke armanc, tê wateya israra li ser şer. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo bidawîkirina pêvajoya şer a ji dehan salan di çareseriya aştî û civaka demokratîk de israr dike. Tevgera me ya Azadiyê jî bawer dike ku yekane rêya çareseriyê ev e û vê feraseta xwe bi helwesta xwe bi eşkere nîşan dide. Nabe ku demokratîkbûn tenê ji helwesta dewlet û rêxistinan re bê hiştin. Ji bo demokratîkbûnê divê saziyên demokratîk ên civakê û rêxistinên civaka sivîl bi rengekî çalak bikevin dewrê. Hêvî û bendemayina ku dewlet wê çi gavê bavêje wê bê wateya fêhmnekirina têkoşîna demokratîkbûn û dîrokê. Demokratîkbûn di encama rageşiya navbera têkoşînê û dewletê de pêk tê. Pêwîstiyeke esasî ya têkoşînê ye ku bêyî li benda dewletê bê sekinandin bê wê çi gavê bavêje, divê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rêxistinbûn bê kirin û ji bo avakirina civakî têkoşîn bê meşandin. Lewma divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin.”