Rêveberiya leşkeri ya Nîjeryayê qada hewayê girt

Cuntaya leşkerî ku bi darbeye rêveberiya Nîjer xist destê xwe, bi saetan beriya bidawîbûna ultîmatoma ku ji aliyê ECOWASê ve hatibû dayîn, li dijî mudaxeleya leşkeri qada hewayî ya welat girt.

Navenda Nûçeyan – Civaka aborî ya ya dewletên Afrîqa ya Rojava (ECOWAS) piştî darbeya leşkeri serokkomar Mohamed Bazoum hate destgirtin dema ultimatomun ya ku di nava hefteyekê de were berdan û radest bike nîvê şevê din bi dawî bû.

ECOWAS diyar kir ku îdea kirina erka Mohamed Bazoum mudaxeleya leşkeri jî di nav de wê hinek tedbîrê leşkeri were girtin. Bi dawîbûna dem re ECOWAS tu oparasyonek leşkeri destpê nekir, der barê mijarê de hîna daxuyaniyek fermî nedaye. Tê texmînkirin ECOWAS dema ku daye rêveberiya leşkeri wê hefeteyek din jî zêde bike.

Qada hewayî ya Nîjer hate girtin

Çend saet mayî ji dema ultimatom re, rêveberiya leşkeri Konseya Saziya Wetanî ya Parastinê (CNSP) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyarkirin ku li dijî êrîşan qada hewayî ya Nîjer heta biryarek dûem hatiye girtin. Hat gotin ku: “Amadekariyên welatên cîran her ku diçe berfireh dibe, li dijî îhtimala mudaxelekirinê qada hewayî ya Nîjer heta biryarek dûem jî îro ve ji bo hemû balefiran hatiye girtin.” Di daxuyaniyê de bi bîrxistin ku li dijî hewildanên îhlalkirina qada hewayî wê bersîvê bidin.

Welatên endamên ECOWAS Benin, Cape Verde, Gambiya, Gana, Gine-Bissau, Fildişi Sahili, Liberya, Nijerya, Senegal, Sierra Leone, Togo û endamtiya Burkina Faso, Gine, Mali ve Nîjer ji ber darbeya leşkeri ya li van welatan hatine rawestandin.

Nîjerya hemû sînorên xwe girt

Li aliyê din wekilî qontrolê ê giştî yê servîsa Gumrika Nîjerya (NCS) Bashir Adewale di daxuyaniya dayî de darbeya li Nîjera Nîjerya ji ber bûyerên ku di qewimin da zanîn ku hemû sînorên welat girtine. Bashir Adewale da zanîn ku ev biryar heta biryarek din ya ECOWAS tevgera kargo hate rawestandin.

Li Nîjerya serokkomar Muhammed Bazum di 26’ê Tîrmehê de ji aliyê Alaya Muhafizên serokkomariyê ve hate destserkirin û di saetên şev yê heman rojê de ragihandibûn ku dest danîne ser rêveberiyê. Fermandarê Alaya Muhafizên serokkomariyê General Abdurrahmane (Omer) Tchiani di 28’ê Tîrmehê de serokatiya cuntaya Konseya Saziya Wetanî ya Parastinê (CNSP) girtbû ser milê xwe û ketibû ser hikumeta derbas. Muhammed Bazum ji 26’ê Tîrmehê heta niha li  avahiya xwe a şexsî digre.