‘Rêveberiya girtîgehê hewl dide rojnamevanan tenê bihêle’

Rojnamevan Habîbe Eren a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê girtin, bal kişand ser binpêkirinên dijîn û da zanîn ku ji bo tenêhiştina rojnamevanan hewldanek taybet a rêveberiya girtîgehê heye.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiyeyê bi darazê zextên li dijî rojnamevanan berdewam dikin, rojnamevanên ku der barê wan de biryara girtinê hatiye dayîn jî li girtîgehan rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê binpêkirinên li dijî jinên girtî di rojevê de cihê xwe diparêze, binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên ku 17 roj in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin jî berdewam dike.

'Prîz naxebitin'

Rojnamevan Habîbe Eren a ku bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku prîzên li qada hevpar cih digrin naxebitin, ji ber vê jî nikarin televîzyonê li wê derê temaşe bikin û got; “Li qada hevpar a li qawîşa F-2 ya ku em bi 5 rojnamevanan re lê dimînin, prîz naxebitin. Ji ber vê yekê, em neçar man ku televîzyonê li odeya hevalek xwe bihêlin. Me ev pirsgirêk anî ziman lê me tu çareseriyek nedît.”

Habîbe Eren, bal kişand ku rêveberiya girtîgehê ku ji bo pêşî li jiyana hevpar a rojnamevanan bigre di nava hewldanan de ye û armanc ew e ku rojnamegeran tanê bihêlin.