'Cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn ne rewa ye'
Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê Mehmud Emîrî Muqedem diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, ne rewa ye û got; “Divê civaka navnetewî ji bo rawestandina ceza xwedî helwest be.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250207-823x463cc-mrk-07-02-25-pexsan-ezizi-jpge9fcf5-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê Mehmud Emîrî Muqedem derbarê cezayê darvekirinê yê li rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatî birîn peyamek belav kir.
Mehmud Emîrî da zanîn ku cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, ti rewatiyek xwe ya yasayî nîne û got; “Ceza wê nîşan dide ku rejîma ji bilî darvekirin û bêdengkirinê, ti bijardeyek din nabîne. Cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, beşek ji siyaseta rejîma Îran ya piştî serhildana şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ye. Herwiha piştî wê jî sala borî rêjeya cezayê darvekirinê yê li jinan hatiye birîn, bilind bûye.”
‘Divê civaka navneteweyî helwestek nîşan bide’
Di dewamê de Mehmud Emîrî ev bang li civaka navneteweyî kir; “Divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, demek ji yan din zûtir helwestek nîşan bide. Cezayê darvekirinê bi rêya nerazîbûnên giştî û zextên navneteweyî dikare, were rawestandin.”
Hêjayî gotinê ye rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.