Rêveberê berê yê Weqfa Ensar ê êrişker weke dekan hat tayînkirin

Ji rayedarê berê yê Weqfa Ensar Osman Raşît Işik ku li Karamanê bi êrişa zayendî li dijî zarokan ket rojevê, weke dekantiya fakulteya perwerdeya zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê hat tayînkirin.

Navenda nûçeyan- Navê Serokê berê Şaxa Muglayê ya Weqfa Ensar Osman Raşît Işik li Karamanê di 45 zarokên ku rastî êrişa zayendî hatin de keterojevê. Hat zanîn ku Osman Raşît Işik weke dekantiya fakulteya perwerdeya zanîngeha Sitki Koçman a Muglayê hat tayînkirin.

Hat diyarkirin ku Osman Raşît Işik, lîsans, teza bilind a lîsans û perwerdeya doktorayê, di beşa edebiyeta zanyarî û fakulteya matematîk de kiriye.