Rêvebera Meclîsa Leşkerî: Bi tecrûba me ya şoreşê em ê DAIŞ’ê tune bikin

Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin di roja 6’emîn de didome. Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî a Reqayê Îman Mihemmed peşdeçûna pengavê nirxand.

Reqa – Di demên dawî de bi gefxarina dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ’ê jî erîşên xwe zêde kir. Çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê 26’ê Kanûnê erîşê Hêza Ewlekariya Hundirîn kiribû û di encamê de 3’ê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û 3 Endamên Hêzên Ewlekariya Hûndirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabûn. Li hemberî erîşên çeteyên DAIŞ’ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê da destpêkirin. Pêngava ku bi pêşengtiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpêkir di roja xwe 6’emîn de didome.

Endama Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Îman Mihemmed ku cihê xwe di Pêngava Tolhidana Şehîdên Reqayê de digre pêşdeçûna pengavê nirxand û got, “Bi tecrûbeyên me yê şoreşê em ê DAIŞ’ê tune bikin.”

‘Operasyona tolhildanê bi daxwaza gelê me hate destpêkirin’

Reqa Îman Mihemmed di despêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Operasyona Tolhildanê ya ku li bajarê Reqa û gundewarên wê hatiye destpêkirin, her wiha li Tebqa û Sirîn jî wek Yekîneyên Parastina Jin cihê xwe di destpêka pêngavê de girtine û wiha gotinê xwe domand: “Hebûna jin di nava pêngaveke wisa de pir girîng e, ji ber di demên borî de jî jin xwedî rolekî ji bo tunekirina DAIŞ’ê bû, ji xwe cîhan tevahî bû şahidê vê. Çawa ku di pengava Baxozê de jin cih girtin û bi lehengî şer kiinr û hêzên terorîst têk birin niha di vê pengavê de jî jin li pêş in. Ev pêngav ji bo paqijkirina herêmên me, ji terorîstên rêxistina DAIŞ’ê ye ku di demên dawî de liv û tevgera wan di herêmê de zêde bû. Li ser xwesteka gelê me hêzên me dest bi operasyonê kirin. Di heman demê de ev pêngav bi armanca tolgirtina şehîdên Reqayê ye, ku di demên borî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşeke plankirî li ser sazî û navendên me yê leşkerî de pêkanî,  di encama wê pilana qirêj de 6 hevalên me bûne hedef û gihiştine asta şehadetê.”

Dê planên DAIŞ’ê pêk neyê

Reqa Îman Mihemmed di berdevamiya axaftinê xwe de armanca erîşên çeteyên DAIŞ’ê  li ser heremê anî ser ziman û wiha pêde çû: “Li parêzgehên ku me di destpêkê de bi bîrxistin gelek cebilxaneyên çeta hate girtin, cebilxana ku hatiye desteserkirine ji bo têkbirina ewlehiya herêmê bû. Her wiha ji bo binpêkirina xwesteka vî gelê ku bi salên dirêj tekoşîn dike ye, hêvî û xwesteka çeteyan ji vê cebilxanê ev bû. Tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê li gorî hişmendiya berê ye ku wê çawa Hêzên Suriya Demokrat têk bibe û xwe li herêmê nûjen bike. Wekî Yekîneyên Paristina Jin jî armanca me ew e ku em herêmên xwe ji tevahî şaneyan paqij bikin.”

 ‘Heya DAIŞ neyê tûnekirin em ranawestin’

Reqa Îman Mihemmed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe tecrûba me heye di pêngav û operasyonên tûnekirina DAIŞ’ê de, me di demên derbas bûyî de şaneyeke ji çeteyan girt ku mîna şebekeyekê bû di nava herêmên wekî Reqa û gundewarên wê û Tebqa û Sirîn de cih digirtin. Ji lewra amedekariya vê operasyonê hate kirin ku wê ewlehî û istiqrara herêmê biparêzê. Em ê hertim amade bin ji bo pêngavên wisa û her tim li gorî banga gelê xwe bin û tevahî çeteyên DAIŞ’ê tûnbikin. Ger ku bi awayekî veşartî xwe bi rêxistin kiribin jî, em ê li pey wan bin. Hertim em ê ser riya şehîdên xwe bin, ji ber ku wan jî di riyeke wisa de canê xwe dane. Di demên pêş de jî em amadene li hemberî hemû gefên çeteyan bisekinin.”