Rêvebera Mala Jin a Til Koçer: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Rêvebera Mala Jin a navçeya Til Koçer Hilala Mehmûd anî ziman ku bi pergala Rêveberiya Xweser û rêxistibûna jinan weke jinên Ereb ew karibûne serî hildin û nefesek bigrin û got, “Em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”

SORGUL ŞÊXO

Dêrik - Navçeya Til Koçerê li ser sînorê Iraqê ye, bi 60 km. dûrî bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Navçeya Til Koçer ji ber stratejiya erdnîgariya wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di sala 2013’an rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hat. Navçe û Deriyê Sînor ê Til Koçer ku mezintirîn deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Iraqê de ye, di Cotmeha 2013'an de di encama berxwedana şervanên YPG'ê de, hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê, xebatên ji nû ve avakirinê dest pê kirin û yek ji sazî û rêxistinên jinan ên ku hatin sazkirin jî Kongra Star û Mala Jin bû.

Rêvebera Mala Jin Hilala Mehmûd a 40 salî pêvajoyên ku jinên Ereb di serdema rejîma Baasê, çeteyên DAIŞ’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de derbas kirin û dijîn nirxand.

'Dengê jinan nedihat bihîstin'

Hilala Mehmûd di destpêkê de behsa rewşa jinan a berê û niha kir û wiha got: "Jinan gavên baş avêtin. Di warê urf û adetên civakî de, cil û berg li ser wan dihatin ferzkirin û hemû pirsgirêkên civakî û çandî bi xwendina fikrên azadiya jinan û rizgariya wê guhertinê çêkir. Jin di civakê de bi temamî hatibûn paşguhkirin, hebûna wan nedihat pejirandin û kesê li gotinên wan guhdarî nedikir. Qêrîneke wisa di hinavên wan de hebû lê nedihat bihîstin. Hewldana bidestxistina mafên wan hebû lê bê encam bû. Jina ku bixwesta gilî bike, diviyabû hinek hebin lê guhdar bikin û alîkarî bidin wê lê di dema rejîma Baasê de ev tunebû."

Tarîtiya DAIŞ'ê qetand, careke din serî hilda

Hilala Mehmûd behsa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û şopên ku li ser jinan hiştiye kir û wiha domand: "Ji bilî şerê ku li herêma me qawimî û xirabiyên ku çeteyên DAIŞ'ê kirin, di warê derûnî de jinan xistin. Jina ku di hundirê hewşa mala xwe de paqijiyê bikira, diviyabû çarikê li xwe bikira, meşa di riyan de li me kiribûn hesret. Şertên giran li me ferz dikirin. Jina ku kêmasiyek li gorî wan kiribûya, cezayê herî giran lê dibirîn. Di dema hebûna çeteyan de, jina ku berê ji mafên xwe hatibû bêparkirin, vê carê hat tunekirin û ev yek bû sedem ku jin di warê derûnî de pirsgirêkan bijîn. Niha rewş guheriye, jina ku tê doza mîras an jî dozeke din vedike û dixwaze bigihîje mafên xwe, em hîn bêtir jê re dibin cihê bawerî û çareseriyê. Jina ku dudilî di vekirina dozê de dijî, ji xwe bawer ji cem me derdikeve. Dizane ku em ê jê re bibin hêza girtina mafên wê yên ku jê hatine girtin."

‘Bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan min xwe nas kir’

Hilala Mehmûd bal kişand ku jin mafê mîras dixwazin û wiha got: "Jina ku ji bira, bav an jî malbata hevjînê xwe, di aliyê mîras de mafê xwe dixwest dihat qetilkirin an jî ji malê dihat qewirandin. Xwestina mafê wê, bi awayekî hovane dibû sedema qetilkirinê. Niha dem û dewran guherî, gelek dozên mîras ên jinan hatine çareserkirin. Di dema me ya niha de mafên jinan hene. Bi perwerdeyên ku hatin dayîn, nêrîna jinan guherî. Yek jê ez bûm hêza min tunebû ku li çavên mêrekî binêrim, mafekî min wiha hebûya jî nikaribûm dengê xwe bikim û bixwazim. Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ez dikaribûm xwe binasim. Em niha dikarin di vê meşê de li hemberî hemû şert û mercan û hişmendiya mêr, têbikoşin û bi ser bikevin. Ji lewre ji bo afirandina pêşerojeke baştir û ronîtir divê em rojên berê ji bîr nekin."

'Tevgera jinan dikaribû di vê cîhanê de cihekî ji me re veqetîne'

Hilala Mehmûd diyar kir ku tevgera jinan dikaribû cihekî ji jinan re veqetîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Tevgera azadî û rizgariya jinan, dikaribû cihekî di vê cîhanê de ji jinan re veqetîne. Derfet ji jinan re çêbû, bêyî cûdahiya di navbera dewlemend û xizanan de, yan jî ola îslam û xirîstiyanan de vekir ku bikaribin hebûna xwe îsbat bikin. Em edalet û wekheviya li gorî tişta me dîtiye û jiya ye dixwazin. Em nabêjin jin û civak azad bûne, gav hatiye avêtin lê têrê nake, hê malbatên bi hişmendiya hişk a baviksalarî ve girêdayî hene. Divê civak serdema cahiliyetê derbas bikin êdî."

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Hilala Mehmûd qetilkirina jinan jî bi bîr xist û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em ê tu carî qetilkirina jinan qebûl nekin. Divê jin toza demê ji ser xwe bavêjin û hemû astengiyên urf û adetên civakî yan jî paşguhkirinê, pêwîst e bi îrade û zanebûn derbas bikin û di roja me ya îro de bijîn. Netirsin, gavan pêşve bavêjin û bi zanisteke kûr em ê bikaribin hemû mafên xwe bigrin û destkeftiyên xwe biparêzin."