REPAK: Têkoşîna Sakîneyan li dijî faşîzmê bersiva herî baş e

REPAK’ê der barê komkujiya Parîsê de daxuyanî da, têkoşerên azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anî û got: “Rê û têkoşîna Sakîneyan li dijî faşîzmê bersiva herî baş e.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) der barê komkujiya Parîsê ku tê de yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya REPAK’ê wiha ye:

“11 sal di ser komkujiya Parîsê ku tê de Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin derbas bû. Em li hemberî her sê jinên têkoşer bejna xwe ditewînin, em hêzên ku li pişt vê komkujiyê ne û ronî nekirine û dixwazin ser bûyerê bigrin şermezar dikin.

Êrîş, tundî û qetilkirina her jinekê xwedî çend peyaman e. Di dîrokê de her dem sîstemên mêrsalarî û desthilatdar jinan dikin hedefa sereke ya êrîşan. Ger jin di nava malbat û eşîrê de serî hildin, ji aliyê serok û eşîr û hwd. rastî êrîşan tên. Ger jinek bikare pêşengiya civakê, jin û mirovahiyê bike û bibe şoreşger her dem dibe hedefa dijmin.

Armanca sereke ya van êrîşan li ser jinên pêşeng ji bo şikandina îradeya jinan û teslîmkariya civakê ye. Eşkere ye sîstema mêrsalarî, desthilatdar û faşîst jinek şiyar, pêşeng û rêxistinkirî qebûl nake û ji bo xwe metirsî dibîne.

Bi hedefgirtina van têkoşeran hewl dan îradeya Sakîneyan bidin şikandin têkoşîna ku di pêşengiya jinan de tê meşandin bidin rawestandin. Ev ji bo dijmin bersivek xurt e ku windakirina her jinek pêşengek ji bo hemû jinan bûye hêz û îrade û hê xurtir soz didin têkoşîna jinên pêşeng berdewam bikin.

‘Jinan tevî komkujiyê jî her roj têkoşîna xwe domand’

Piştî 11 salên komkujiyê heta niha rojekê jinan dest ji têkoşîna azadiyê bernedaye, bi pêşengiya jinan şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ gerdûnî kirin û tevahî berxwedana ku îro li seranserê cîhanê tê meşandin, jinên Kurd û azadîxwaz pêşengiyê jê re dikin. Rê û têkoşîna Sakîneyan bersiva herî baş ji bo dijmin û sîstema mêrsalar a faşîst e.

Em weke Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd REPAK’ê vê komkujiyê careke din şermezar dikin, bejna xwe li hemberî Sakîne û hevalên din ditewînin û bangê li tevahî jinan dikin ku ji malan heta bigihîjin kolan, bazaran, li derve bin û dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê. Her saet û dem ji bo gihandina armanca xwe têbikoşin. Ji bo cezakirina bikujên Sakîneyan bi pêşengiya jinan têkoşînê bilindtir bikin.”