Rengîn a birîndar rakirinbûn nexweşxanê jiyana xwe ji dest da

Li Farqînê ji du xuşk û birayên ku bi awayekî bi gûman bi çekê birîndar bûn Rengîn Ş. li nexweşxaneya dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

 
Amed - Li navçeya Farqînê ya Amedê li taxa Fêra, Rengîn Ş. a 22 û birayê wê Muhammed Ş. ê 25 salî di 5'ê Hezîranê de li mala xwe bi awayek gûman bi çekê bîrdar bibûn. Xuşk û birayên ku rakirin Nexweşxaneya Farqînê, piştre sewkî Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê hatibûn kirin. Rengîn Ş. a li beşa lênêrtina giran dihat dermankirin vê sibehê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ji aliyê malbatê ve hat giritn û li Taxa Beypinarê hat definkirin. Xeteraya jiyana Muhamed Ş. ê ku li nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilê tê dermankirin jî berdewame.