Rejîma qesrê di bin kavilan de ma: Divê AFAD û hikumet îstîfa bikin
Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogullari bertek nîşanî biryara OHAL’ê ya ji bo heremên erdhejê da û got, “Divê AFAD û hikumet îstîfa bikin. Di cîhanê de tu carî ewqas rêbazên bêkêr di erdhejê de nehatine bikaranîn.”
EKÎN ARDA
Navenda Nûçeyan – Di erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 ku navenda wan Mereş bû, Meletî, Amed, Hatay, Dîlok, Adana, Semsûr, Kilîs, Osmaniye, Xarpêt û Rihayê jê zirare dîtin. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran jî birîndar bûn. Bajarên ku ji ber erdhejê bûn xirabwar, trajdiya mirovî heye. Ji ber kêmasiya koordînasyonê, hê jî bi hezaran mirov di bin avahiyên hilweşandî de ne. Li aliyê din kesên jiyana xwe ji dest dane bi awayê komî tên definkirin, gelek kes jî ji ber navê wan nayê zanîn, li ser textê ku wekî kêlik danîne ber serê wan hejmar tên nivîsandin.
Hêrsa gel ji bo desthilatdariyê zêde dibe
Saziyên wekî AFAD’ê yên dewletê ku dereng çûne herêmên erdhejê jî; tevî ku dereng dest bi xebatên lêgerînî kirine jî xebatên lêgerînî bi dawî dikin û dest bi rakirina malên hilweşandî kirine. Vê xemsariya dewletê ya li dijî jiyana mirovan û bê berpirsyarî dibe sedema berteka gel. Di nava vê trajediyê de alîkariya civakê ya ku ji her aliyan ve tê kirin, hinek be jî erdhejzedeyan li piyan dihêle. Ji çar aliyên welat û cîhanê ji bo herêmên erdhejê alîkarî tên şandin lê dewlet hewl dide alîkarî piştgiriya ku di navbera gelan de çêbûye ji hev belav bike. Tevî vê yekê, li Hataya ku penaberên Sûriyeyê, Erebe û Elewî lê zêde ne, polîs û leşker, bi îdiaya “talanker” îşkence û şîdetê li kesên ku diçin alîkariya erdhejzedeyan dikin. Li Hatayê Ahmet Gureşçî yê di 12’ê Sibatê de bi îdiaya ku ji bayiyeke tekelê “dizî” kiriye ji aliyê komên qereqola Leşkeran a Alginozuyê ve hat binçavkirin û ji ber îşkenceyê wî rakirin nexweşxaneyê lê jiyana xwe ji dest da. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve heta niha Parlamentera HDP’ê ya Adanayê Tulay Hatîpogulları li Hataye ye û ji me re behsa tiştên ku tên jiyîn û kir û çavdêriyên xwe vegot.
‘Li ser penaberan hewl didin lîstikan bilîzin’
Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyona ku bi gotina “talanker” hatiye destpêkirin û wiha got: “Jixwe tê zanîn ku li herêmên erdhejê bûyerên diziyê zêde çêdibin. Em dizanin ku di vê erdhejê de jî bûyerên wiha çêbûn lê girêdana vê yekê bi penaberan ve nayê qebûlkirin. Di navbera kesên ku tiştên wiha dikin de Sûriyeyî jî hene, Tirkiyeyî jî hene. Loma rast nîn e ku têgihîştinek wisa çêbikin ku wekî tenê penaber talan û diziyê dikin. Bi vê yekê dixwazin bi gel re kaosê û fikaran çêbikin. Li qereqola Leşkeran a Altinozuyê, ciwanê bi navê Ahmet Gureşçî bi îdiya “diziyê” bi îşkenceyê hat qetilkirin. Civak di nava travmayek mezin de ye, bi deh hezaran kesên ku di bin xirbeyan de ne hene. Tişta ku divê hêzên leşkerî bikin, ewlehiya li herêma erdhejê ye, kontrolkirina trafîkê ye lê li cihê ku vê yekê bikin, mirovek binçav dikin û bi awayê kuştinê îşkence lê dikin.”
‘Gavên ku tên avêtin kaosê zêde dikin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ku hewl didin dijminahiyê li dijî penaberan biafirînin û wiha domand: “Hêzên leşkerî divê bûyerên diziyê jî bigrin bin kontrolê. Divê ku bi kirinên xwe êşên mirovan zêde nekin, sivik bikin lê em dibînin ku tiştên hatine kirin, êşan kêm nekirine, dijberî wê kaosê zêdetir kirine. Li cihê ku birînên erdhejzedeyan derman bikin, trafîkê kontrol bikin, li mirovan îşkence dikin.”
Planên guhertina demografîk tên kirin
Tulay Hatîmogullari, wiha domand: “Kesên ku derfetên wan hebûn koçî bajarên din kirin. Em nikarin vê yekê wekî koçberiya daîmî binirxînin. Bêguman kesên ku bikaribin ji nû ve dest bi karê xwe bikin dê bimînin. Dema ku malên mirovan werin avakirin bawer im dê vegerin lê polîtîkaya koçberkirinê ya dewletê di rojevê de ye. Herêmek terkî mirinê hatiye kirin, mirov bi awayê zindî di bin xirbeyan de hatin hiştin. Di erdheja herî mezin a di dîrokê de, em bêkêrî û derengmayîna ku di dîrokê de nehatiye dîtin dibînin. Em baş dizanin ku hikumet bi zanîn û xwestin vê yekê dike. Dibe ku ji bo vê derê planên wan ên demdirên ji bo guhertina demografîk hebin. Her dem planên wiha yên desthilatdariyê hebûne. Jixwe polîtîkaya dewletê diyar e, me dît ku li dijî penaberên ji derveyî welat hatine çi kir, çawa kir hincet û veder kirin.”
Divê em warên jiyanê ji bo xwe ava bikin’
Tulay Hatîmogullari wiha bang li gel kir: “Divê em ji bo xirbeyên erdhejê werin rakirin û warên baş ên jiyanê ava bikin têbikoşin. Tu kes ji me naxwaze axa xwe biterikîne biçe. Li axa xwe divê me ji nû ve warê xwe ava bikin, bi wê yekê hem dewletê bidin zorê, şaşewaz bihêlin û ji bo peywirê bang lê bikin. Dema nekir jî em teşhîr bikin. Sazkirina piştgiriya civakî bi qasî jiyanê girîng e. Me hemûyan dît ku bi piştgiriya civakî hêviya erdhejzedeyan çêbû.”
‘Divê AFAD û hukumet îstîfa bikin’
Tulay Hatimogullari ji bo kesên ku ji bo rizgarkirinê xebitîne spasî kir û wiha got: “Dest û dilê we sax be. Hem ji bo kesên dilxwaz hem jî yên ji şaredariyan ji bo rizgarkirinê xebitîn re em spasdar in. Divê wekî sazî AFAD derhal were girtin, rêveberiya wê hemû îstîfa bikin. Divê hikumet îstîfa bike. Di cîhanê de rêbaza herî xirab a têkoşîna bi erdherê re hat pêkanîn. Nexwestin bixebitin. Niha jî bi armanca reklamê li derdorê digerin.”
‘Divê em tevna dîrokî ji nû ve ava bikin’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser tevna dîrokî ya Hatayê û wiha domand: “Antakya (Hatay) bajarekî şaristaniyê ye, dergûşa şaristaniyê ye. Avahiyên dîrokî yên Hatayê jî ji ber erdhejê zirarê dîtin. Peywira me ya herî mezin ew e ku em li vê derê warê jiyanê ji bo xwe ji nû ve ava bikin û tevna dîrokî zindî vejînin. Ev ji bo bajarên me yen din jî derbasdar e. Her warê jiyanê, her kolan û avahî di heman demê de dîrok e, bêhna dîrokê dide. Divê dema ku em warê jiyanê ji bo xwe ava bikin, em girîngî bidin tevna dîrokî.”
‘Piştgirî bi qasî jiyanê girîng e’
Tulay Hatîmogullari da zanîn ku bajarên ku ji ber erdhejê xirab bûne dê demên dirêj jiyan li wan asayî nebe û wiha bi dawî kir: “Ji bo mirovên ku sax mane jiyana xwe bidomînin, piştgirî bi qasî jiyanê girîng e. Ji bo ku mirov jiyana xwe bidomînin, divê av, zexîre û mal hebin. Divê em piştgiriya xwe bidomînin. HDP’ê li Amed û Enqereyê navendek krîzê ava kir. Ji çar aliyên cîhanê dê alîkariyên ku werin şandin, ji aliyê maseya krîzê ve bigihîjin gel.”