Rejîma ku dixwaze serhildana Îrane bitepisîne serî li hemû riyan dide

Rejîma Îranê ji bo tepeserkirina şoreşa gelên Îranê hemû bêhiqûqiyan bi kar tîne, ji aliyekî ve hinek navên diyar bi kefalet berdide, ji aliyê din ve jî operasyonên xwe yên girtinê didomîne.

Navenda Nûçeyan - Serhildana gel a piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir 3 meh in bênavber berdewam dike, êrîş û zextên rejîmê jî li ser gel berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin nûçegihana werzîşê Saeeda Fathî ku dihat darizandin bi şertê kontrola edlî temam bibe bi kefaletê hat berdan. Xwendekara rawêjkarî û rehberiya derûnî ya Fakulteya Derûnînasiyê ya Zanîngeha Tehranê Zahra Mehrabî ya ku dihat darizandin jî bi kefaletê hat berdan.

Girtiyê ku cezayê darvekirinê lê hat birîn birin Girtîgeha Rajaeî

Li gel berdana xwepêşanderan wek hemdemî hinek girtî ji bo cihên nediyar hatin veguhestin. Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, xwendekarê Zanîngeha Soura, Hassan Melham ku berî demekê hatibû girtin, cihê ku hatiye şandin nayê zanîn.

Her wiha Mahan Sadrat Marnî jî ku roja şemiyê cezayê darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin ku sewqî yekîneya îdamê bê kirin jî sewqî Girtîgeha Rajaei ya Karajê hat kirin.

Kesên hatine berdan dubare tên girtin

Nayê zanîn Mona Darmanî ya 18 salî, Amir Hosseîn Saeedî yê li zanîngehê xwendekarê ziman û mamoste Ferhad Rahmanî yên li Tahranê hatiye girtin birine li ku derê. Hat hînbûn ku der barê Kohkiloye, Boyar Ehmed, mamoste û aktivîstê sivîl Masoud Qabadî yê ku piştî mehekê ji binçavkirinê hat berdan û Amna Darvijah ya dema serhildana şoreşgerî de hatibû girtin de ji nû ve biryara girtinê hat dayîn.

Li ser kesên ku hatine binçavkirin sîxurî tê ferzkirin

Li gorî agahiyên ji bajarê Ciwanroyê hatine girtin, birayê Janbakhtah Bahauddin Veîsî Necmuddîn Veîsî dubare hat girtin û ji bo bibe îtirafkar zext lê hatin kirin. Janbakhtah Bahauddin ku berê dema ji bo girtina cenazeye birayê xwe diçû nexweşxaneya Ciwanroyê hatibû girtin, piştî çend rojan bi kefaletê hatibû berdan.