Rejîma Îranê Zehraya mirî bi dar ve kir

Emîd Mradî parêzerê jina îranî ya bi navê Zehra Îsmaîlî raghand ku desthilatdarên Îranê piştî ku muwekîla wî Zehrayê jiyana xwe ji dest daye ew bi darve kirine.

Navenda Nûçeyan- Parêzerê jina îranî ya bi navê Zehra Îsmaîlî, Emîd Mradî li ser malpera xwe ya taybet a facebook û medyaya civakî ragihand ku piştî li pêş çavên muwekîla wî 16 kes hatin bidarvekirin, Zehra Îsmaîlî qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da lê Zehra dîsa jî bi awayê mirî hatiye darvekirin.
Zehra Îsmaîlî ya 42 salî bi ji ber ku hevjînê xwe yê bi navê Elî Rîda Zimanyan ku di nava îstîxbarata Îranê de berpirsyarekî mezin bû û xwest tecawizê keça wê bike kuştibû, dihat darizandin. 
Ji ber parastina keça xwe cezayê sêdarê girt
Parêzer Emîd Mradî bi lêv kir ku keça wê bavê xwe kuştiye û wiha domand: "Keça Zehra bavê xwe kuşt, ji ber ku xwestibû tecawizê wê bike û birayê wê yê biçûk pê re elîkar bû, dayika wan Zehra jî ev sûc girt ser xwe, ji bo ku keça xwe ji darvekirinê biparêze." 
Parêzera îranî Şêrîn Ebadî berî nih ev rewş teqez kiribû û gotibû; "Zehra gotiye ku wê hevjînê xwe kuştiye lê tenê ji bo ku keça xwe ya ciwan ji darvekirinê biparêze wiha gotibû."
Tê gotin ku Îranê di sala 2020'an de 236 kes bi darve kirine. Di nav de kesên di bin temenê 18 salî de jî hebûn. Her wiha ji sedî 80 sûcên darvekirinê girêdayî kuştinê bûn, di eynî demê de ji sedî 70 zêdetir kes bi awayekî veşarî bêyî ku li ser malperên civakî bi fermî ragihînin, bi darve kiribûn. Di nava van kesên ku hatine darvekirin de 305 zilam û 8 jî jin hebûne. Zehra Îsmaîlî jina sêyem e ku di meha sibata 2021'ê de hatiye darvekirin.