Rejîma Îranê li Mihabadê Îlham Elîzade girt

Rejîma Îranê li Mihabadê jina bi navê Îlham Elîzade girt û heta niha derbarê aqûbeta wê de tu agahî nehatine bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên Kolbernewsê rejîma Îranê li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Îlham Elîzade ya 30 salî girt.

Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî biryarek a girtine çûne mala Îlham Elîzade û ew girtine.

Piştî Îlham Elîzade hate girtin, ew sewqî navendek a binçavkirinê ya Îstixbaratê ya bajarê Urmiye kirine. Lê belê derbarê cih, rewşa wê ya fîzîkî û şertên girtinê de tu agahî nehatin weşandin. 

Her wiha sedemê girtina Îlham Elîzade û ji ber çi sûcî hatiye girtin û destûr tê dayîn bigihije parêzer an ne ne diyare.