Rejima Îranê jinek jî di nav de 7 kesên din îdam kir

Hate diyarkirin ku hikûmeta Îranê îro danê sibê li Girtîgeha Urmiyê 7 kesên ku di nav wan de jinek û kesekî siyasî jî hebûn îdam kir.

Navenda Nûçeyan - Rejîma Îranê sibeha înê ya 17’ê Adarê, 7 girtiyên di girtîgeha Urmiyê de îdam kir. Hate hînbûn ku 5 ji kesên hatine înfazkirin girtiyên bi navê Aşî (Foroher) Abbas Nejad, Selîm Eyubian, Cahanbahs Radluî, Yasîn Reşîdî, Hesen Omerî ne ku ji ber sûcê maddeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Girtiyeke jin bi nasnama Nesîm Niyazî jî ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat îdamkirin, di heman demê de ti zanyariyek der barê tawanên wê de nehat zanîn.

Her wiha girtiyê siyasî Muhiyedîn Îbrahîmî ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê girtî bû jî ji aliyê dewleta Îranê ve hat îdamkirin.

Malbatên girtiyên ku ji ber cezayê darvekirinê sewqî hucreyên yekkesî hatin kirin, şeva borî li ber Girtîgeha Urmiyê kom bûn. Her wiha malbata Muhiyedîn Îbrahîmî û bi sedan kes ji xelkê Urmiyê ku şeva borî ji bo serdana dawî bo girtîgehê hatibûn gazîkirin, hatin girtîgehê û daxwaza rawestandina bidarvekirinê kirin.