Rejîma Îranê gef li aktîvîst Anîsa Cahferî xwar

Li Şabadê rejîma Îranê gef li aktîvîstên bi navê Anîsa Cehferî û Derwêş Muradî xwar û tevlîbûna wan a çalakiyan qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Hêzên rejîma Îranê li bajarê Şabadê yê Rojhilatê Kurdistanê gef li dû aktivîstên bi navê Anîsa Cehferî û Derwêş Muradî xwarin û qedexeya tevlîbûna çalakiyan danî ser wan.
Di van demên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê gelek aktîvîst ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin û di girtîgehan de dimînin. Herî dawî çend roj berê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo balê bikişîne ser rewşa Siyasetmendara Kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî ye û tê tecrîdkirin, name ji Serokê Dadgeha Bilind a Îranê Îbralim Reîsî re şand.