‘Rejîma Îranê ev 45 sale bi zîhnyeta DAIŞ’ê zextê li jinan dike’

Aktivîst Parvîn Azad diyarkir ku rejîma Îranê bi zîhnyeta DAIŞ’ê ev 45 sale zextê li jinê dike û banga têkoşînê li hemû jinên Rojhilata Navîn kir.

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan- Endama Komeleya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de li bajarê Sine yê Rojhilat ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate binçavkirin, piştî pêvajoya du hefteyan ya binçavkiriên bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Werîşe Muradî  ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li dijî Pexşan Azîzî û Şerîfe Muhammedî, di 4’ê Tebaxê de beşdarî duyemîn rûniştina Dadgeha 15’emîn Dadgeha Şoreşê bihata dîtin nebû û parastina xwe bi nameyekê ji gel re ragihand.

Dadgehê ji bo ku Werîşe Muradî tevlî dadgehê nebûye nehişt parêzerên wê parastinê bike û danişînê bi dawî kir. Werîşe Muradî a ku di parastina xwe de behsa tekoşîna ku dide meşandin kir û got: “Ez dadgehek ku biryarek edilane nade nas nakim.” Bi gotina “DAIŞ serjê dike û Komara Îslamî jî ber bi darvekirinê ve dikişîne” bal kişand ser pêvajoya tê jiyîn.

‘Birdoziya DAIŞ’ê li Îranê derket holê’

Aktivîsta mafê jin û zarokan Parvîn Azad diyarkir ku jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî pêkanînên rayedarên Îranê ev zêdeyî 40 salane têkoşînê dikin, anî ziman ku parastina Werîşe Muradî gelek wate û dersan dihilgire û wiha got: “Rayedarên Îranê ev zêdeyî 45 salane zextên li dijî jinan berdewam dike. Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtin û cezayê darvekirinê li dijî jinan zêde bûye. Werîşe Muradî di rojên borî de parastina xwe nivîsî. Ger em vê parastinê lêkolîn bikin, emê fam bikin ku bûyîna Kurd, endamtiya baweriyekê, ji aliyê otorîtê ve weke sûc tê dîtin. Werîşe Muradî li Rojhilata Navîn û li Efganistan ku Talîban lê hakime, li Îran û welatên din ên ku îdeolojiya DAIŞ’ê lê hakime bale dikşîne ser êşên hevpar ên ku jin jiyan dikin. Ez dikarim bibêjimku  divê wateyê de îdeolojiya DAIŞ’ê li Îranê di nava hikumetê de derketiye.”

‘Divê jin hişyar bibin’

Parvîn Azad da zanîn ku rejîma Îranê bi zîhnyeta DAIŞ’ê ev zêdeyî 45 sale li dijî jin, zarok û girtiyan polîtakayên zextê dide meşandin û wiha got: “Tenê ferqa ji DAIŞ’ê; yek bi xencerê ya din bi şelîtê dikuje. Werîşe Muradî di parastina xwe de bal kişand ser li dijî dîktatoriyê berdewamiya têkoşînê û ji bo bûyîna xwediyê mafê wekhev yekitî û bi hevrebûnê. Ji bo em bibin xwedî hişyarî, divê em baş parastina Werîşe Muradî lêkolîn bikin û analîz bikin, divê jin hişyariyê qezenc bikin, ji ber nivê civakê ji jinan pêktê û ger ev jin bibin xwedî zanyarî, wê aştî, aramî û hevaltiyê ava bikin. Wek jin ger em bê zanyarî bin emê beşdarî qadên aborî, siyaset, çand huner, civakî  nebin û emê rola xwe ya di civakê de nelîzin. Ger jin hebûna xwe pêşnexin, wê jiyana wan bi karê malê û lênêrîna zarokan re sînordar bimîne.”

‘Ev 45 sale em dibin şahidê van polîtakayan’

Parvîn Azad gotina Werîşe Muradî ya ‘bi yekitî û hevre jin wê bikarin cihêkariyê ji holê rakirin’ axaftina xwe domand û got: “Hedefên jinên girtî û daxwazên wan hemane. Aktivîst Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatî birîn jî dibêje di civakek weke ya Îranê de cihêkariya zayendî tê jiyîn, mirov bi zimanê dayîka xwe naaxive, çanda xwe jiyan nakin. Pexşan Ezîzî diyar dike ku ev hemû zext nasnameyan tune dike û van nasnameyan bi nasnameyên cûda şekil girtiye. Ev 45 sale em dibin şahidê van polîtakayan. Jin ber serpoş li xwe nekirine li kolanan tên girtin, biçûkxistin, lêdan û di girtîgehan de rastî îşkenceyê tên, zoriya îtirafên bê bingeh lê tên kirin, rastî tecawîzê tên. Ev hemû dide nişandan ku em rû bi rûyî rejîmen dijminane û rastî cihêkariyê tên.”

‘Bi yekitî û hevkariyê divê em dawî li polîtakayên dijî jinan bînin’

Parvîn Azad anî ziman ku Werîşe Muradî di parastina xwe de behsa zexta rejîma dîktator ku ev bi salane pêktîne kir û wiha dom kir: “Em hertim dibêjin şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşa jinê ye. Li Iraq, Efganistan û giştî li Rojhilata Navîn jin êşê dikşînin, rastî zextê tên. Weke Werîşe Muradî dibêje êşên me hevparin. Ji ber vê divê weke hemû jinên Rojhilat Navîn bi yekitî û hevkartiyê dawî li polîtakayên hikumetê yên dijminê jinan bînin. Mînak li hinek herêmên Misir, Somalî û Îranê zarokên keç tên sinetkirin. Ev sûcek e. Ger me bikara di civakê de çandek ava bikira û me hişyariya jinan zêde bikira, wê ev trajedî nehatan jiyîn. Ji ber ev binpêkirin bi çanda mêrsalari ya desthilatê û civakê ve girêdayî ye.”

Parvîn Azad destnîşan kir ku zagonên mêr li dijî jinane û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ger jin werin hişyarkirin, emê bikarin van zagon û çandan biguherin, bes em bikarin vê bi hişyariyê biguherîn û vê çanda paşdemayî ya mêrsalarî ku welat rêve dibe bi guherîn. Bi yekitî û piştevaniyê em vê zagona zextê ya li Îran û Rojhilat Navîn li dijî jinên ji holê rakin, jin bejdarî hemû qadan bibin, em jiyanek edlane ku zewaca temenê biçûk neyî, bêkarî, tundî, xizanî, destdirêjiya jinan nebe jiyan bikin.”