Rejîma Îranê du jinên ciwan Mercan û Derya girtin

Rejîma Îranê 5 sal ceza li xwendekara bi navê Mercan Îshaq birî û sedema girtina jina ciwan a bi navê Derya Talibanî jî nayê zanîn.

Navenda Nuçeyan – Li Îranê her diçe tundiya rejîmê ser jinan zêde dibe. Du 5 sal ceza li Zara Muhammedi birîn, îro jî agahiyên di derbarê girtina xwendekara zanîngehê Mercan Îshaq û jina ciwan a bi navê Derya Talibanî hatin parkirin.
Xwendekara Zanîngeha Tahranê Mercan Îshaq a bi hinceta tevlî çalakiyan bûye 17’ Mijdara 2019’an hatibû gitin pîştî 18 rojan bi kefelet hat berdan. Di 14’ê sibatê de cardin bi hinceta 8’ê îlona sala 2020’an tevlî çalakiyên li dijî rejîmê bûye cardin doz lê hat vekirin û 5 sal ceza lê hat birîn.
Jina ciwan ya bi navê Derya Taliban ku bi xwe ji bajarê Mihabadê ye 20’ê Kanunê bêyî hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêkolînê birin girtîgeha Îtilaata Spahê ya li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê. Piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê Derya ji Girtîgeha Îtilaata Spahî ya bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye veguhastin. Heya niha di derbarê sedema binçavkirina Deriya Talibanî de agahî tuneye.