Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da girtiya siyasî Erxavan Fallahî

Girtiya siyasî ya 25 salî Erxavan Fallahî ya li Tehranê tê ragirtin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve mehkûmê cezayê darvekirinê hate kirin. Ev biryar, piştî cezayê girtîgehê û hucreya yek kesî ya bi mehan hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, girtiya siyasî ya 25 salî Erxavan Fallahî di 1’ê Tîrmehê de ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Salavatî mehkûmê cezayê darvekirinê hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ev biryar bi rêya parêzera wê ji malbatê re hatiye ragihandin.

Erxavan Fallahî, di 25’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarê Parandê hat binçavkirin û piştre sewqî Beşa 241’an a Girtîgeha Evînê ya di bin çavdêriya Yekîneya Parastina Îstîxbarata Dadweriyê ya Îranê de hat kirin. Li gorî zanyariyan, ew 5 mehan di hucreya yek kesî de hate ragirtin û hate lêpirsîn kirin. Di vê pêvajoyê de her wekî rastî zextên giran ên fîzîkî û derûnî hat.

Erxavan Fallahî piştre sewqî Girtîgeha Feshafuyehê hate kirin û li wir jî demekê di hucreya yek kesî de hat ragirtin. Piştre careke din sewqî Beşa Jinan a Girtîgeha Êvînê hate kirin.

Erxavan Fallahî, beriya niha di 4’ê Mijdara 2022’an de bi bavê xwe Nasrollah Fallahî re li bajarê Şîrazê hatibû binçavkirin. Nasrollah Fallahî yê yek ji girtiyên siyasî yên salên 1980’yî ye, niha li qawîşa 7’emîn a girtîgeha Êvînê tê ragirtin.