'Rejîma Îranê bi durûtî siyasetê dike'
Çalakvana mafên mirovan û zarokan Parvîn Azad bal kişand ser siyaseta durû ya hikûmetê û diyar kir ku dewleta Îranê bi têra xwe alîkarî nedaye kesên ku 2 hefte berê di erdheja Xoya Urmiyeyê de ziyan dîtine.
MOJDA KIRMANŞANI
Navenda Nûçeyan- Erdheja bi pileya 6.1 ku du hefte berê li navçeya Xoya bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, bû sedema ziyanên mirina mirovan û zirarên madî. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê jiyana xelkê li herêma erdhejê dijwartir bû. Hat diyarkirin ku ji ber nebûna stargehan kon û tunebûna germkirinê birîndar hene. Di dema gel di serhildan dike, dewleta Îranê alîkariyên pêwîst naşîne herêmê, çalakiyan dike hincet. Çalakvana mafên mirovan û zarokan Parvîn Azad têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Parvîn Azad kar û xebatên rêveberiya krîzê Komara Îslamî ya Îranê di 43 salên dawî de ji ajansa me re nirxand.
'Bi zanîn û teknolojiyê dikare rê li ber mirinê were girtin'
Çalakvan Parvîn Azad bi gotina; "Nebûna kontrola dewletê û çavdêriya pispor û nebûna derfetên têr ji bo hêzên rizgarker, di karesatên xwezayî de dibe sedema mirinê û zirarên madî. Piştî erdhejan bi agahî û teknolojiyên nû dikarin mirinê kêm bikin. Îran li nêzî çend xeletiyên xeternak e. Bi rastî jî yek ji wan welatan e ku ji herêmên erdhejzede ye. Bi vê rastiyê re gelek tişt dikarin werin kirin. Lê ji ber nebûna kontrol û avahiyên bilind gelek qurbanî çêdibin.”
'Hikûmet nikare gel biparêze'
Parvîn Azad bal kişand ser erdhejên Bam û Kirmaşanê jî û got: “Ev ne yekem erdhej e li Îranê. Di erdheja Bamê de herî kêm 45 hezar kes mirin. Her wiha di erdheja Serpol Zehabê ya Kirmaşanê de gelek ziyanên canî û madî jî çêbûn. Ev hemû ziyanên ku hene encama sîstema gendelî, îflas û nemirovane ya bi navê Komara Îslamî ne. Ji bo ku di karesatên xwezayî de ziyanên canî û madî kêm bibin. Divê em zextê li dewleta ku ji van felaketan berpirsyar e, bikin. Divê dewlet piştî lehî û erdhejan ji bo parastin û çavdêriya gel hewl bide lê mixabin vê yekê nake. Her wiha bi şandina hêzên zextê li şûna hêzên alîkarî û alîkariyê ji herêmê re hewl dide xwepêşandanên gel bitepisîne.
'Rejîma Îranê gelan perçe dike'
Parvîn Azad diyar kir ku hewl tê dayîn polîtîkayên dubendiyê di navbera gelên Îranê de belav bikin û wiha berdewam kir: “Di ser erdheja Bamê re 10 sal derbas bûn, piştî 19 salan li vir sînemayeke nû nehatiye çêkirin, avahiyên ku neqediyane. hê nehatine temamkiriin. Tevî ku 19 sal derbas bûne jî gelek malbat li zozanan dijîn. Serpol Zehab jî di heman rewşê de ye û niha li Xoy jî heman tişt diqewime. Li vî bajarî tirk û Kurd dijîn û ev bajar veguheriye herêmeke bêpar. Rejîm dixwaze di navbera Kurd û Îranî, Belûç û Tirkan de parçebûnê çêbike. Komara Îslamî hikûmetek e ku li berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî difikire û her tiştî dike ji bo parastina gel, weke ku di erdhejê de jî tê dîtin, li şûna ku alîkariyan bişîne van herêman da ku bijî.”
'Rejîm durûtiyê dike'
Parvîn Azad, anî ziman ku nayê qebûlkirin dewleta Îranê beriya welatiyên xwe alîkariya mexdûrên erdhejê yên li Sûriye û Tirkiyeyê bike û got; “Divê dewlet pêşî li gelê xwe bigrin. Rêxistinên navneteweyî jixwe têra xwe alîkariya Tirkiye û Sûriyeyê dikin. Gelê me nîşan da ku di serhildanan de hikûmeteke Îslamî û Komara Îslamî naxwaze lê bi van polîtîkayên durû dixwaze xwe weke hikûmeteke însanî û mirovperwer nîşan bide.”