Rejîma Îranê 10 meh cezayê girtîgehê da jinek Kurd

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku li Bokanê li jinek Kurd 10 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) li jina Kurd ya bi navê Zehra Sacdînya ya 38 salî, dayika 3 zarokan e û xelkê bajarê Bokanê ye, ji aliyê şaxa 101 ya Dadgeha Keferî ya Bokanê ve, 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Çavkaniyê ragihand ku cezayê girtîgehê bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ li Zehra Sacdînya hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye ku di meha Gulana îsal de, piştî Zehra Sacdîniya ji aliyê Daîreya Îstîxbarata Bokanê ve hate gazîkirin, hatibû binçavkirin û şandibûn Urmiyeyê. Lê piştî lêpirsînê, bi kefalet hatibû berdan.