Rejîma Îranê 1 jê jin 5 girtiyên din bi dar ve kir
Hat ragihandin ku îro 1 jê jin 5 girtiyên din li girtîgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin. Ji kesên hatine darvekirin 4 jê Kurd in.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240518-untitled-10-scaled-1-750x430-jpg4361c6-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hatine belavkirin, rejîma Îranê îro 5 girtiyên ku ceza li wan hatibû birîn bi dar ve kir.
Hat gotin ku îro danê sibehê jina çalakvan Perwîn Musewî (50) ya ji bajarê Merax ê Îranê li girtîgehê hatiye bidarvekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku çar girtiyên Kurd ên bi navê Mensur Nasirî (45) ê ji Bokanê, Yusuf Seîdî Çêhre (32), Ramîn Lewendî (27) û Perwîz Qasimî (35) hatine bidarvekirin.
Hat gotin ku her çar girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatine darvekirin û malbatên wan hatine agahdarkirin.