‘Rêjeya tundiyê li Mexribê zêde dibe’
Seroka Komeleya Zehmetkêşan ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdo bal kişand tundiya ku li Mexribê jin pê re rû bi rû ne tekez kir ku pêdîvî bi vekirina stargehên ku parastina jinan bike, heye.
HENAN HERÊT
Mexrib – Bajarê Eldar El Beydaa ya Mexribê mezintirîn bajarên Mexiribê ye di warê rûber û nifûsan de. Rêjeya niştecihan jî 4 miliyon kes derbas dike. Her wiha rêjeya jinan jî li bajêr digihîje ji sedî 50. Li gor raporên komeleyan bajarê Eldar El Beydaa yek ji bajarên ku herî zêde jin tê de rastî tundiyê tên, hatiye tomarkirin. Li bajêr gelek navendên girêdayî komeleyên ku piştgirî didin jinên mexdûrên tundiyê hene. Lê hin kêşe li pêşiya van navendan jî hene ku bandorê li cebatê wan dike ku nahêlin piştgiriya pêwîst ji jinên ku bi destdirêjiyê re rû bi rû hatine re peyda bikin.
Komeleya Zehmetkêşan ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê jî daxwaznameyek pêşkêşî Meclisa Eldar El Beydaa kir. Di daxwaznameyê de nebûna parastina têr a jin û keçan ji şîdetê li cîh û dezgehên civata Eldar El Beydaa hate ravekirin. Her wiha di avakirina stragehan ji jinên tundiyê dibînin û guhdarkirina pirsgirêkên wê de bi îsrar bû. Li Mexiribê 86 satargehên ku jinên tundiyê re rûbirû dimînin hene lê li hember rêjeya jinên ku rastî tundiyê tên gelek kêm in.
Seroka Komeleya Zehmetkêşan ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdo bal kişand rêjeya zêde ya tundiyê.
‘Rêjeya tundiyê zêde ye’
Buşra Abdo derbar pirsgirêkên jinan li Mexrîbê wiha got: "Navendên guhdarkirin û stargehê yek ji girîngtirîn navgînên ku alîkariya jinên rastî destdirêjî tên, dikin. Ew qadên ewle û hawirdorek piştgirî ne ku jin dikarin tê de lênihêrîna psîkolojîk, civakî û qanûnî bistînin. Rêjeya jinên bi tundiyê re dimînin li herêmê zêdetir dibin. Loma pêwîstî bi van stargehan hene da ku jinên rastî tundiyê tên ne fikirin xwe bikujin. Jinên herêmê ji dayîna piştevanî û parastinê bê par dimînin."
'Civaka sivîl û aliyê siyasî berpirsyar in'
Di berdewamiya gotinên xwe de Buşra Abdo destnîşan kir ku pêdîviya jinên herêmê bi stargehên ku parastina wan bikin hene û wiha pê da çû: "Pêdîviya jinên herêmê bi stargehên ku parastina wan bikin, hene. Bi rêya van stragehan jin dikarin bêdengiya xwe ji ber tirsê bişkînin û li dijî tundiyê têbikoşin. Pêwîstî bi vekirina van stargehan li hemû deverên herêmê heye, her wiha divê tensîqek di nava navend û saziyên hikumtê û civaka sivîl ji bo piştgiriya jinên rastî tundiyê tên, hebe. Zehmetî û astengiyên jinên bi tundiyê re dimînin bên rawestandin. Aliyên siyasî û civaka sivîl berpirsyara pirsgirêkên zêdebûna tundiyê ne. Stargeh ew deriya yekem e ji bo jinên ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin."
'Stargeh cihê herî ewle ji jinan re ye'
Di dawiyê de Buşra Abdo da zanîn ku heya stargeh bên vekirin pêwîstî bi piştgiriya madî heye ji bo ku karibe pirsgirêkên jinan çareser bike û wiha got: "Stargehên ku jinên tundiyê dibînin di nava xwe de bihewîne pêwîstiya wan bi piştgiriya madî heye. Hin stargeh li herêmê hene lê derfetên wan kêm in. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêkên jinan neyên çareserkirin. Divê em vê zextê li ser jinan kêm bikin da ku em karibin parastina wê bidest bixin. Divê kanton berpirsiyariyên madî, perwerdehî û pêşwaziya jinan hilde ser milên xwe ji bo ku em rêjeya tundiyê ser jinan kêm bikin. strageh ew cihê herî ewle ji jinên ku bi tundiyê re dimînin e."