‘Rêjeya penceşêra memikê zêde bû’
Dr. Tayf Mekkî el-Azzawî di semînera li Bexdayê de axivî, got ku “Rêjeya penceşêra memikê di sala 2022’yan de bû ji sedî 34,8 û gihîşt asta herî zêde. Em dizanin ku têkiliya vê bi bandorên piştî pandemiyê re heye.”
RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq — Ji bo civakan başbûna rewşa tenduristiyê û mercên jiyanê, yek ji pêdiviyên esasî ye. Daneyên li Iraqê nîşan didin ku jin di warê tenduristiyê de bi gelek zoriyan re bûbirû ne. Tevî ku ji aliyê tenduristiyê ve bazarek mezin heye û rêjeya zayîna zarokan di bin kontrola tibî de ye jî; ji aliyê giştî ve kêmasî hene û divê pergala tenduristiyê bihêztir bibe.
Projeya “Ta” ya ku armanca wê mezinkirina rola jinan e; li Bexdayê semînerek da. Di semînerê de di çarçoveya benda 3 ya hedefên pêşxistinê de (Başî, tenduristî û aramî) rewşa jinên Iraqî hat nirxandin. Di semînera ku ji aliyê Berpirsa Projeyê Dr. Şehd er-Rubeyî ve hat birêvebirin de, akademîsyen û lêkolîner Dr. Salî Sad Muhammed û Seroka Daîreya Polîtîkayên Bihêzkirina Jinan a Wezareta Tenduristiyê Dr. Tayf Mekkî axivîn.
‘Tenduristiya jinan bingeha pêşketinê ye’

Dr. Salî Sad Muhammed, bal kişand ku axaftina der barê jinan de ne luksek e entelektuel e, bi pêşketin, aramî û girhîştina hedefan ve rasterast girêdayî ye. Her wiha diyar kir ku jin nîvê civakê ne, tenduristiya wan, tê wateya başûna perwerde û yekîtiya civakî. Dr. Salî got ku butçeya ji bo xizmetên tenduristiyê tê dayîn, di heman demê de ji bo pêşketina civakê ye jî.
Dr. Salî Sad diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya li Iraqê ji ber şerên ku bi dehan salan domiyan, krîz û hilweşîna binesaziyê, zirarê dîtine û gelek valahî çêbûne, ji vê yekê jî, zêdetir jin bi bandor bûne.
Zoriyên ku jin di qada tenduristiyê de dikşînin

Dr. Tayf Mekkî el-Azzawî jî encamên li ser benda 3. a gihîştina armancên peşketinê, li gorî daneyên salane yên Saziya Daneyên Wezareta Plansaziyê û Pergalên Agahiya Erdnîgarî her wiha daneyên Wezareta Hawirdor û Tenduristiyê ya di navbera 2015–2023’an de pêşkêş kir. Ev dane, rêjeya mirina dayîkan, rêjeya mirina di bin çavdêriya tibî de, rêjeya zayînê û hinek nexweşiyan digrin nava xwe.
‘Li Iraqê rêje li gorî cîhanê zêde ye’
Dr. Tayf Mekî el-Azzam got ku tenduristî ne luksek e, ji bo hemû kesan mafeke bingehîn e, divê ev yek ji aliyê nexweşxane û navendên tenduristiyê ve bi awayê kalîteya herî baş werin pêşkêşkirin. Dr. Tayf da zanîn ku ji sedî 50,22’ê nifûsê mêr û ji sedî 49,78 jin in, li gorî daneyên hejmara nifûsê ya sala 2024’an gihîştine 46 milyon û 118 hezar û 793 kesan û wiha domand: “Rêjeya mirina dayîkan diguhere. Di sala 2022’yan de ji ber bandorên şewba COVÎD-19 û mercên piştî wê, gihîştiye ji sedî 46,1’an. Her wiha di dema şewbê de ji ber sînorkirinên xizmetên tenduristiyê û hinek kevneşopiyan jin nikaribûne herin nexweşxaneyan. Ev rêje di salên berdewam de kêm bû, ev yek jî pêşketineke erênî ye. Ji ber ku rejeya cîhanî ji sedî 15 ye, dema were muqayesekirin li Iraqê rêje zêde ye. Zayîna zarokan a bi kontrola tibî di asteke baş de ye. Bi salan me dît ku ji sedî 96 e, di sala 2023’yan de bû ji sedî 98 û gihîşt asteke pir baş.”
‘Bi pandemiyê re nexweşî zêde bûn’

Li ser nexweşiyên ku jin pê dikevin jî Dr. Tayf Mekî got ku di bûyerên HIV (AIDS) de hem bi jinan re hem jî bi mêran re pêketin zêde ye û wiha domand: “Rêjeya penceşêra memikê di sala 2022’yan de bû ji sedî 34,8 û gihîşt asta herî zêde. Em dizanin ku têkiliya vê bi bandorên piştî pandemiyê re heye û jixwe di sala 2023’yan de daket ji sedî 20,5 lê ev yek jî li gorî asta cîhanî zêde ye. Her wiha rêjeya mirina jinan ji ya mêran zêdetir e. Bûyerên kurtajê di sala 2023’yan de ji sedî 5 bû, ev yek li gorî salên berê kêmtir e.”
‘Di nav jinan de kêşî zêde bû’
Dr. Tayf Mekkî da zanîn ku li gorî daneyan di sala 2023’yan de bi taybetî li Kerkûkê rêjeya xwekuştinê zêde bûye, li Babîlê jî di asteke herî kêm de bûye û wiha bi dawî kir: “Ev rewş jin û mêran digre nava xwe. Di navbera jinan de di bûyerên kêşiyê de zêdebûn heye, lê ji ber kevneşopiyên civakî û demxebûna ji ber mijarê, dixwazî kêşiya derman dixwazî jî alkol be, gelek jin di gihîştina navendên pisporiyê de zoriyan dikşînin. Ji ber van sedeman divê xebatên zanîna tenduristiyê û perwerde ji bo jinan zêdetir were dayîn.”
Semîner, bi pirs û nîqaşan bi dawî bû.