Rêjeya îstîsmara zarokan li Cezayirê 2 hezar derbas kiriye

Komisera Neteweyî ya Parastina Mafê Zarokan a Cezayîrê Meryem Şerfî li hemberî êrîşên zayendî yên li ser zarokan pêşiniyara desrpêkirina pilatformeke nû a pêwendiya Eliktironî ragihand û eşkerekir ku wan heta niha zêdetirî 2 hezar bûyerên destdirêjiya li ser zarokan tomar kirine.

 
Cezayir - 19'ê Kanûnê bi bûneya 29'emîn salvegera erêkirina Peymana Parastina Mafên Zarokan li Cezayirê Komisera Netewî ya Parastina Zarokan li Cezayîrê Meryem Şerfî di foruma Neteweyî a bi navê "Rola Civaka Sivîl di parastina Zarokan û Pêşxistina Mafê wan de" eşkere kir ku li Cezayîrê wan 2 hezar bûyerên destdirêjiya li ser zarokan tomar kirine.
Meryem diyar kir ku Heyeta Neteweyî a Parastina Zarokan Zêdetirî 2 hezar bûyerên destdirêjiya li ser zarokan tomar kiriye û 10 hezar gilî jî bi rêya xeta kesk girtine, li gel vê jî bi rêka xweta kesk a jimara 1111 nêzî 2020 bûyerên binpêkirina mafên zarokan hatine tomarkirin. 
Meryem Şerfî despêkirina platformeke nû ya pêwendiya elektronîkî ji bo pêkanîna tora bi bandor û bilez di navbera Komîsyona Parastina Zarokan a Cezayîrê û endamên tora civaka sivîl de ragihand û  destnîşan kir ku ew platform bi piştevaniya sindoqa zarokan a Neteweyên Yekbûyî li Cezayîrê hatiye vekirin.
Platformê erkê danasîna civaka sivîl ji bo pêşxistina mafê zarokan ê vekirina deriyekî ji bo tevlêbûna gelek komeleyên ku di warê mafê zarokan de çalak in di tora civaka sivîl de ji bo pêşvebirina mafên zarokan û pêşxistina mekanîzmayeke nû ji bo ragihandina binpêkirinên mafê zarokan û peydakirina çareseriyê.