‘Rê diyar bû ez jê re bûm rêwî’

Endama Platforma Jinan a Ekolojiyê Bêrîvan Omer got ku bi saya gelek destkeftiyên dîrokî bandorê li jinên cîhanê kirine û êdî welatên cîhanê, jinên şoreşger weke hêviya mirovahiyê pênase dike.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Parastina jîngehê, ekolojiyeke paqij û saxlem ku jin bikaribin xwe di nav de bibînin, yek ji erkên jinên pêşeng ên vê şoreşê ne. Yek ji wan jinên ku mohra xwe li vê şoreşê xistiye Bêrîvan Omer e. Bêrîvan Omer di sala 2015’an de li Zanîngeha Firatê beşa Endeziyariya Çandiniyê xwendiye.

Bêrîvan Omer a ku di Îlona 2013'an de beşdarî şoreşê bû, di hemû erkên xwe de bi berpirsiyariya parastina jîngehê tevdigeriya. Bêrîvan hem pêşengiya şoreşa jinan dike, hem jî wekî şande diçe welatên derve û tecrubeyên xwe û rêveberiya xwe bi wan re parve kiriye û dike jî. Şandeyên ku Bêrîvan Omer pêşengiya wan dikir, li gelek welatan bi qesda parvekirina tecrubeyên şoreşê, hêjayî gelek xelatan hatin dîtin. Ji aliyê Federasyona Şaredariyên Îtalyayê, Şaredariya Napolî ya Îtalyayê, Bîranînek ji jinên Şaredariya Şîlî ya Amerîkayê her wiha ji aliyê Saziya Daniel Mîterand ve li ser navê kesên ku xeyalên gelan ava dikin, xelat girtine.

Endama Platforma Jinan a Ekolojiyê û Cigîra Hevseroka Şaredariyan a herêma Cizîrê Bakur  Rojhilatê Sûriyeyê, Bêrîvan Omer behsa serpêhatiya xwe kir.

Ji zarokatiyê ve nakokî û hestên bêedaletî ferq dike

Bêrîvan Omer diyar dike ku ew bi hestên bêedaletî û newekheviya ku di nav malbatê de hebû re di nava nakokiyan de bûye û wiha anî ziman: "Ez yek ji wan jinan bûm ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li giştî Rojhilata Navîn jiyam. Awayê jiyana me di nava çandeke wiha dewlemend de cuda bû. Min gelek tişt jiyan ku dihiştin ez bi wan xwe nas bikim. Ez dizanibûm ku ez jin im, heta cihekî tenê sînor û asoyên fikir û mafên min hebû. Bi tena serê xwe ez nikaribûm biryarê bistînim. Malbat di asteke wisa bû de ku eşîr bi xwe biryarê li ser jiyana jinan didan. Her kes dikaribû mudaxeleya jiyana wan bike.

Ji ber wê min dît ku ez nikarim ji bo xwe biryaran bigrim. Min ew hêz di xwe de ava kir û dikaribûm gelek biryarên ku li ser min hatibûn girtin, piştî şoreşê biguherînim. Ez ketibûm wê ferqê û min fêm dikir ku bêedaletî û newekheviyek di malbatê de heye, mafên keçan tên xwarin. Mînak; Malbata me welatparêz bû lê belê ji bo keçên xwe her dem dixwestin tenê di çarçoveya xwendin, zewicandin û avakirina malbatê de bimînin. Jinan li gorî hewaya malbatê xeyalên xwe didan avakirin û ji derveyî wê riyekî din nedidîtin. Piştî ku şoreşê dest pê kir, min got ku tiştên divê werin guhertin hene, niha dema wan e."

Bêrîvan Omer da zanîn ku wê di riya xwe tê de dîtibû û dikarîbû bibêje ez jî heme hilbijartiye û wiha domand: "Ez di navbera du aliyan de asê mabûm, aliyek jê teşeya jiyana ku malbatê daye diyarkirin, aliyê din jî jiyana ku ez xwe tê de dibînim û dixwazim wekî jin hebûna xwe îsbat bikim. Daxwaza min a guhertinê hebû lê tirs jî hebû. Di dema destpêkirina şoreşê de, min ji bo zewacê amadekariyên derketina derveyî welat dikir, ji ber ku wê demê ez dergistî bûm. Lê ew hestên pêwîstiya mayina li welat di hundirê min de difûriyan. Piştî şehadeta birayê min ê mezin, jiyana me bi giştî guherî û ew hêz bi min re çêbû ku ez bibêjim na, dernakevim derve û nazewicim. Riya ku birayê min tê de şehîd bû ew riya min jî bû."

‘Rê diyar bû ez jê re bûm rêwî’

Bêrîvan Omer bal kişand ser hilbijartinên şaredariyan ku yekemîn car di sala 2015'an de li Rojava çêbûne û wiha pêl da gotinên xwe: "Destpêkê min di saziyên civaka sivîl de cih girt û li wir dest bi têkoşînê kir. Paşê yekem car hilbijartinên şaredariyan çêbûn. Ez nizanibûm şaredarî çi ye, hilbijartin çi ne. Her tişt ji min re nû dihat, bi taybetî derketina li pêşiya girseyên gel kelecaneke mezin bi min re çêdikir. Min wê demê fam kir û got ku min tiştek nekiriye lê ez dixwazim bikim û hêviyên min jî hene ku ez dikarim gelek tiştan biafirînim lê her tişt wext dixwaze. Yekem jina ku di hilbijartinan de derket ez bûm. Hestên kêfxweşiya wê kêliyê qet nayê ziman. Ew dîrok, demjimêr û hestên kêfxweşiyên destpêkê qet nikarin werin ziman. Piştî wê ez derbasî dewreyên perwerdeyê bûm, di pêvajoya dewreyê de min hîs dikir ku ez ji xewa bi hezaran salan, şiyar dibim. Min wê demê fêm kir ku ez tiştekî nizanim û xwendina min hemû bi qasê dilopek ji vê dewreyê bû. Di perwerdeyê de rê tê nîşandan, tu dibî rêwiya wê riyê. Min fêm kir ku jinên êşê dikşînin ne ez tenê me, doza min doza hemû jinan bû. Ya di salên destpêkê de min ji xwe re esas girt, ew bû ku ji bo jinên heman êşê nekişînin, rê nîşan bidim. Ji bêçaretiyê re bibim hêza çareseriya pirsgirêkên ku di nava xwe de kom kirine û wekî volkanê dikelin. Divê jin nas bikin cîhana wan ewqasî mezin e ku dikarin awayê jiyana xwe jî xêz bikin."

'Em wêneyê şaredariyan ê di mêjiyê jinan û civakê de hatiye xêzkirin diguherînin'

Bêrîvan Omer dide zanîn ku ew zêdetir xwe di xebatên jinan û ekolojiyê de dibîne û wiha bi lêv dike: "Ez li ku derê bim û min kîjan erk girtibe, meyla min bêtir di warê rêxistinkirina jinan û parastina ekolojiyê de heye û ez van her du xebatan ji xwe re wekî bingeh dibînim. Xebatên şaredariyan ji bo min pir zehmet bûn, yekem car e ku em gavekî wiha davêjin ku mînakên wan tune ne. Em bi xwe li ser projeyan û pêkanîna wan disekinin, wek jin di cihê biryarê de rola xwe dilîzin. Wisa bûye ku sazî û dezgehên jinan bi hevserokên jin tên nasîn, ji ber ku bi rastî dikaribûn rola xwe bilîzin, bibin cihên biryarê û ev bi zelalî xuya ye û cihê serbilindiyê ye jî. Di 3 salên dawî de, me ev yek bi pêş xistiye. Em dizanin ku jin êdî divê alavên giran ên girêdayî şaredarî û kampanyayan bajon, karê şaredariyan tenê bi ofîsan ve ne girêdayî ye. Bi vê gavê, em dixwazin wêneyê ku li ser karê şaredariyan di mêjiyê jinan û civakê de hatiye xêzkirin diguherînin. Gelek projeyên me yên av û riyan hene, jin serpereştiya wê dikin."

Hêjayî xelatên cîhanî hatiye dîtin!

Bêrîvan Omer li ser navê Desteya Şaredariyan wekî nûner çûye çend welatên Ewropayê û li ser gera xwe wiha dibêje: "Ji bo perwerdeya li ser mijarên taybet ên xebatên şaredarî, ekolojî, av, çop û planên bajar, yekem car tevî 5 kesan, em çûn Îtalyayê. Ji bo min a esas ew bû ku ez ji perwerdeyê tiştan hîn bibim. Tişta ku herî zêde bandorê li kesayeta min kir, çûyîna me ya Firansayê bû. Ji bo jinên ku mafên jinan, mirovan û guhertinên di civaka xwe de çêdikin, xeyal û hêviyên gelan di warê ekolojiyê û demokrasiyê de ava dikin, me gelek xelat girtin. Yek ji wan jinên ku temsîla Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir û hêjayî xelatê hat dîtin ez bûm. Ji şoreşa me gelekî bi bandor bûbûn, şoreş ji me re wekî parçeyekî jiyana me ye lê dema tu ji derve re behsa şoreşa xwe dikî hestiyar dibin û ji wê hêzê bi bandor dibin. Li hemberî hemû nakokî û şeran, riya jiyana nû heye û ji nava zehmetiyan jî hêvî diwelidin. Jinan ji me re digotin; ger destkeftiyên şoreşa Rojava werin parastin, hêviya ku cîhaneke wiha li welatê me çêbibe heye, ji ber wê jî parastina wê girîng e."

‘Em dikarin biguherînin!’

Bêrîvan Omer êrîşên dagirker û hêzên hegemonîk û bandora wan a li ser mijara azadiya jinan, ekolojî û demokrasiyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Hemû xebatên leşkerî, siyasî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin, wekî xelekê bi hev ve girêdayî ne. Êrîşên heyî zehmetiyan çêdikin, ya herî zêde bandorê li kesayeta min dike şehadeta rêhevalên min e. Em bi vê hestê dijîn. Ji ber em dizanin hêzên hegemon dixwazin çi bikin û çawa hewl didin xeyalên me bikujin û binax bikin. Ya herî zêde min dilşad dike projeyên jinan ku me gelekî ji bo wê şer kir lê di dawî de pêk hatine. Jin nebe, jiyan nîvî dimîne. Aliyek kêm be wê bê rih û pûç bimîne divê ku tam be da ku zindî bibe. Wekî kesayet jî ez hewl didim di warê ekolojiyê de bêtir xwe kûr bikim û bi pêş bixim, bi taybetî li ser teoriya ku Rêber Abdullah Ocalan der barê rêvebirina civakê de li ser bingeha ekolojiyê, bi pêş xistibû. Dema ku pirsgirêka jinekê çareser dikim hîs dikim ku min tiştek kiriye û ez hêvî dikim ku her roj bikaribim tiştekî wiha bi cih bînim."

Xeyalên li benda pêkanînê!

Bêrîvan Omer bi vê peyamê dawî li gotina xwe anî: "Divê ku em bikaribin bi hev re vê riyê berdewam bikin, hêviyan bidin hev û bizanibin ku em bi hev re hene. Bila sazî û rêxistinên ku behsa mafên mirovan dikin, ji êrîşên li ser welatê me re bibin bersiv, bertek nîşan bidin. Bila bihêlin ku mirov xeyalan ava bikin, jiyan carek e bila her kes bibe alîkar ev xeyal li ser rûyê erdê pêk werin. Dibe ku şoreşa me bibe nimûneyek ji cîhana azad re, cîhana ekolojîk a ku bi rengê jinan tê birêvebirin."