Rayedarên Îranê der barê Tahîra Naqîhî doz vekirin
Rayedarên Îranê der barê Sekretera Giştî ya Rêxistina Mamosteyan Taqîra Naqîhî de bi hinceta “Ji ber sûcê li dijî ewlehiya hundir û derve rêxistin civîn” û “propagandaya li dijî hikûmetê” doz vekir.
Navenda Nûçeyan – Polîsên hikûmeta Îranê, bi ser mala Sekretera Giştî ya Rêxistna Mamosteyan Tahîra Naqîhî de girtin û piştî lêgerînê dest danîn ser alavên wê yên elektronîk. Her wiha hat gotin ku divê di nava 5 rojan de biçe dozgeriya Girtîgeha Êvînê.
Berdevka Rêxistina Mamosteyên Îranê ragihand ku der barê Sekretera Giştî ya Rêxistina Taqîra, Naqîhî de bi hinceta “ji bo sûckirina li dijî ewlehiya hundir û derve rêxistina civîn” û “propagandaya li dijî hikûmetê” doz hatiye vekirin.
Piştî ku mala wê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, lêgerîn hat kirin û dest danîn ser kompîtor, telefona destan û flaşên wê. Meqbûzên eşyayên hatine desteserkirin jê re nehat dayîn.
Tahîra Naqîhî di 18'ê Nîsanê de ji Dadgeha Destûra Bingehîn bi telefonê lê geriyan û xwestin biçe lê ji ber ku parêzera wê li gel nebû parastinê red kir.