RAWA: Ji bo ku we dengê me da bihistin em deyndarê we ne

RAWA’yê ku têkildarî kampanyaya KJK’ê ya ji bo jinên Afganî û Êzidî daye destpêkirin, daxuyaniyek da, ji bo dengê wan da bihîstin spasiyên xwe pêşkêşî KJK’ê kir û bal kişand ser têkoşîna hevpar.

Kabûl- Yekitiya Jinên Şoreşger a Afganîstanê (RAWA) têkildarî kampanyaya ku Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) di navbera 3’e û 15’ê Tebaxê de bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û di 15’ê Tebaxê de desteserkirina Talîbanê ya hikûmeta Afganîstanê bi dirûşma “Em ê li dijî Êrîşên Hegemon ya Mêran li Gel Jinên Afgan û Êzîdî ne” da destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de balkişandin li ser têkoşîna hevpar û wiha hate gotin: "Em wek RAWA’yê li ser navê jinên bindest ên Afganistanê em deyndarê rêxistina KJK'ê ya ku di rewşeke dijwar de li cem me sekinî û dengê me da bihîstin in."

Berdewamiya daxuyaniya RAWA'yê ya bi van gotinan destpêkir "Xwişk û birayên min ên têkoşer, em li dijî emperyalîzm  û bingehdiniyê îslamî baviksalarî bi hev ra têbikoşîn!” wiha ye:

Em wek RAWA’yê li ser navê jinên bindest ên Afganistanê em deyndarê rêxistina KJK'ê ya ku di rewşeke dijwar de li cem me sekinî û dengê me da bihîstin in.

Di pêvajoya şer, sûc û êrîşên ku ev zêdeyî nîv sedsal e li Afganîstanê berdewam dike, herî zêde jin bûn mexdûrên polîtîkayên emperyalîzm û bingehdiniyê îslamî, lê tevî van hemû êşan jî jin têkoşîna xwe bi wêrektî didomînin û dev jê bernedan. Amerîka ku wek welatekî dagîrker tenê li dû berjewendiyên xwe diçe û xwîna me Afganan ji bo wê tu qîmeta wê nîne, ji bo domandina serdestiya xwe, dudil nebû ku komên herî tarî û xwînxwar avabike û bîne ser desthilatê. Piştî ku hikûmeta DYE û NATO’yê hêz dan koleyên xwe yên Talîbanê, êrîşa yekem a vê koma mêtinger û serdema navîn li dijî jinan bû û hewildan hemû jin û keçan di malên xwe de heps bikin. Lê belê komek jinên Afgan ên zana bi gavên, deng û bi biryar têkoşîna xwe berdewamkirin û destûr nedan tirsa heps, îşkence, destdirêjî û heqaretê li wan bê kirin.

Me ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlham girt

me jinên Afganî her tim ji wêrekiya xwişkên xwe yên şervan ên Îranî û Kurd îlham girtin. Şervanên jin ên Îranî tevî ku li girtîgehên rejîma 'Welayet-î feqîh' hatin xistin, îşkencekirin û înfazkirin jî derdikevin qadan û ji duh bibiryartir parastina xwe berdewam dikin. Jinên Kurd ên wêrek bi têkoşîna xwe ya çekdarî ya li dijî DAIŞ'ê û alîgirên wî, ji hemû cîhanê re diyar kirin ku yekane rêya rizgarbûna ji lepên çeteyên DAIŞ'ê yên kok û efendiyan sekna rast a jinan e.

Nayê înkarkirin û hate belgekirin ku komên îslamî yên pevçûn û sûcdar li Îran û Afganistanê, tevî diruşmên xwe yên derewîn "ne li rojhilat û ne jî li rojava", hemû ji dilê emperyalîzmê û dezgehên îstixbaratî yên Amerîka û Brîtanya û bi awayekî tevahî ji nîva rojava hatine û polîtîkayên tepisandina rojavayê pêktînin. Ji ber vê yekê divê were fêhmkirin ku têkoşîna li dijî olperestiya bikok ji têkoşîna li dijî emperyalîzma bi pêşengiya DYE nayê veqetandin.

Bijî yekîtiya jinan

KJK’ê bi kampanyaya ku di 3-15’ê Tebaxa 2023’an de bi dirûşma Em ê li dijî Êrîşên Hegemon ya Mêran li Gel Jinên Afgan û Êzîdî ne” li Afganîstanê em û jinên Şengalê ji her demê zêdetir seferber dike.

Rêxistinên Kurd, li hemberî êrîşên herî mezin ên dijminên hundir û derve jî bi cesareteke pesindar têdikoşe, serkeftina û bibiryardariya xwe didomîne. Wezîfeya me ye ku em jinên bindest ên cîhanê li dijî emperyalîzmê û nifşên wan ên olî û bê dîn bikin yek, tenê wê demê em dikarin civakên xwe ber bi demokrasiya li ser bingehê wekhevî, edalet û laîktiyê ve bibin û jin ji çanda lanetkirî ya baviksalarî û zordariyê rizgar bibin.

Bijî yekîtî û yekbûna kedkarên jin ên li hemû cîhanê.”