‘Raporên der barê binpêkirinên mafên rojnamegeran de rast in’
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq bi daxuyaniya çapemeniyê got, “Raporên navdewletî der barê binpêkirinên azadî û mafên rojnamegran de tên belavkirin rast in.”
Silêmanî- Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq der barê hebûna zagona rojnamegeran û bicihnekirina wê zagonê û binpêkirinên mafên rojnamegeran li herêma Kurdistanê di panela bi navê ‘Ber bi pêşerojeke baştir ve ji bo azadiya fikir li Herêma Kurdistanê’ de daxuyaniya çapemeniyê da.
‘Zagon nayê pêkanîn’
Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq da zanîn ku civak di nava qeyranê de ye, yek ji wan jî nayê parastin, destdirêjî tê kirin û di nava metirsiyê de ne. Her wiha diyar kir ku zagonên têrker hene lê pirsgirêk di pêkanînê de heye û wiha got: “Ji bo ku em xwedî azadiya fikrî bin, pêwîstiya me bi zagonên ku werin pêkanîn hene. Di vî warî de tu valahiya me ya zagonî nîn e û yên me yên herî baş li Herêmê ji bo xwepêşandan, rojnamevanî û bidestxistina zanyariyan hene lê pirsgirêk pêkanîna wan e.”
‘Bi redkirinê pirsgirêk çareser nabe’
Rêwaz Fayeq bal kişand ser fikrên azad û wiha got: “Ya ku di asta civakî de bi navê azadiya fikir tê kirin, qetilkirina azadiya fikr e. Çanda gotinên nebaş ketiye nava civakê û rûniştiye loma çareserkirina wê zehmet e. Ji bo pêşîgirtina pevçûnan divê zagonek me hebe. Hemû raporên navdewletî yên li ser rewşa rojnamevan û azadiya fikrî, bi redkirinê çareser nabin û jixwe piraniya wan rast in.”