“Raporên alîgir ên ATK’ê li gorî pîvanên bijîjkî nîn in”
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran der barê pirsgirêkên girtiyên nexweş ên di demên dawî de di warê mafê tenduristiyê de axivî û diyar kir ku girtî jî wekî kesên li derve xwedî heman mafên tenduristiyê ne. Elîf Tûran bang li Saziya Tiba Edlî (ATK) kir ku nebe alîgir û got ku divê mafên girtiyan bê sedem û hincet bên dayîn.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Girtîgehên li Tirkiyeyê, di demên dawî de bi binpêkirina mafên girtiyên nexweş zêdetir ketin rojevê. Li girtîgehan di hefteya dawî de 5 jê nexweş 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan, binpêkirin û îdiayên îşkenceyê ku zêde dibin ji aliyê parêzeran ve tên lêkolînkirin. Wezareta Dadê jî li hemberî mirina girtiyan bêdengiya xwe didomîne. Ji vê rewşê Saziya Tiba Edlî (ATK) ku tê diyarkirin di binpêkirina mafan de biryarên bi awayekî alîgir dide jî berpirsyar e.
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran pirsgirêkên dawî yên gihandina mafên tenduristiyê yên li girtîgehan û helwesta bijişkan a li ser vê yekê nirxand û diyar kir ku girtî di warê mafê tenduristî û jiyanê de bi kesên li derve dijîn re xwedî mafên wekhev in. Elîf Tûran diyar kir wan weke ode li ser nameyên girtiyan ji wan re şandine û giliyên malbatên wan binpêkirinên mafan tesbît kirine û bal kişand ku zêdebûna pêkanînên antî demokratîk ên li derve, di girtîgehan de xwe zêdetir xwe nîşan didin.
"Binpêkirina mafê tenduristiyê van encaman tîne pêşberî me"
Elîf Tûran anî ziman li girtîgehan mafê tenduristiyê bi awayekî eşkere tê binpêkirin û diyar kir ku bi vî awayî mafê jiyanê ku bi tevahî mafê tenduristiyê ye, tê binpêkirin. Elîf Tûran di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mixabin girtiyên ku mafê wan ê tenduristiyê tê astengkirin, ji mafên xwe yên jiyanê tên dûrxistin û tiştên ku piştî wê hatine jiyîn, me di hefteya dawî de dît. Ji ber ku li girtîgehan binpêkirina mafê tenduristiyê her dem berdewam dike, nûçeyên mirinê jî roj bi roj zêde dibin.”
“Girtî xwedî mafê tenduristiya wekhev in”
Elîf Tûran bi gotinên; "Girtî, ji bilî azadiyê, di hemû mafên xwe yên bingehîn de bi kesên derve re xwedî heman mafî ne" diyar kir rêveberiyên girtîgehan bi van binpêkirinan sûc kirine, wiha got: "Girtî ji ber ku di girtîgehan de ne ji azadiyê bêpar in lê ev nayê wê wateyê ku dê ji hemû mafên bingehîn ên jiyanî bêpar werin hiştin. Ji xwarinê bigre heta paqijî û mekan divê xwedî mercên baş bin. Ev maf bi gelek belgeyên navneteweyî jî ketine bin temînatê. Li gorî van belgeyan, divê ji bo girtiyan, hurmet bê girtin. Çawa ku mirovek li derve kengî bixwaze dikare biçe nexweşxaneyê û were dermankirin, mafê herî bingehîn ê girtiyan jî ev e. Mafê wan heye ku doktorên xwe, dermankirina xwe û dema wê hilbijêrin. Mixabin desteserkirina vî mafî dibe sedem ku girtî pêvajoya îro em dibînin, bijîn.”
"ATK di dayîna raporan de alîgir tevdigere"
Elîf Tûran bal kişand ser rewşa herî bi guman a der barê girtiyên nexweş de biryarên ku bi raporên ATK'ê tên girtin û diyar kir ku Serokatiya ATK'ê, berovajî raporên ku ji nexweşxaneyan wergirtine raporek amade dike, di vê mijarê de alîgir tevdigere û wiha domand:
“Di raporên ku li nexweşxaneyên girêdayî Wezareta Tenduristiyê hatine dayîn de nêrînek hevpar ku dibêje girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin çêdibe lê Saziya Tiba Edlî li gel vê jî dikare berovajî vê biryar bigre. Di mijareke wiha giran de divê di çarçoveya nirxên bijîjkî yên gerdûnî de tevbigerin. Esasê bijîjkî nêzîkatiyeke li gorî mafên mirovan pêwîst dike. Li gorî sûcê ku wê/wî kesî kiriye biryareke alîgir bi nirxên bijîjkî yên gerdûnî re li hev nake.”
"Nexweşiya Aysel Tugluk di sînorê xeter de ye"
Elîf Tûran ji bo vê helwesta alîgir mînaka Aysel Tugluk nîşan da, diyar kir ku her çend di rapora Tiba Edlî ya li Kocaeliyê hat girtin de gotin ku Tugluk ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî Serokatiya ATK'ê berovajî vê biryara xwe girt û rê li ber berdana Aysel Tugluk girt. Elîf Tûran bal kişand ser nexweşiya Aysel Tugluk û diyar kir ku nexweşiya wê jiyana wê dixe xeterê, herî dawî ev bang kir: “Nexweşiya jibîrkirinê ku pêre hatiye teşhîskirin pê re heye. Ji ber ku bandorê li fonksiyonên derûnî dike tê wateya ku ev kes nikare karên xwe yên rojane jî bike. Di şert û mercên girtîgehê de lênêrîn û piştgiriyek baş pêwîst dike. Di van şert û mercan de ev piştgirî çiqasî tê dayîn, nediyar e. Di vê nexweşiyê de windabûna bîr û guhertinên kesayetiyê çêdibin. Ji ber vê ya herî pêwîst ew e ku dermankirina herî baş li derve û bi malbatê re bê kirin.”