Rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaîş: Sedema mirina wê xeniqîn e

Rapora otopsiya ya Rojîn Kabaîşê a ku li Wanê winda bibû û cenazeya wê piştî 18 rojan hat dîtin derket. Hat diyarkirin ku li gor raporê sedam mirina Rojbîn Kabaîşê xeniqîn e.

Rojîn Kabaîş a xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (YYÜ) ya Beşa Pêşdebirina Zarokan a 27'ê Îlonê piştî xwarinê li yûrda ku lê dima derket derve. Hevalên ku xwe negihandin Rojbîn Kabaîşê di 28’ê Îlonê de seet 12.00 de agahî dan polîsan.

Cenazeyê wê piştî 18 rojan hat dîtin

Li Taxa Mollakasim a navçeya Tûşbayê di roja 18’ an lêgerînê de cenazeyê Rojîn Kabaîş ê bi qasî 20 kîlometreyan dûrî peravê Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yilê ye hat dîtin.

79 nimûne û 5 neynûkên Rojîna ku di otopsiya ewil a li Wanê hat kirin de sedema mirina wê nehat zanîn ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hatin şandin. Di rapora ku di encama otopsiya berfireh a ji aliyê 1'emîn Lijneya Pisporê ve hat amadekirin de, hat diyarkirin ku di otopsiya lêkolîna destpêkê ya ewil de ti rewşeke bi guman nehate dîtin. Li Midûriyeta Krîmînal ya Cendirmeyan di nimûneyên cil û bergên wê yên binî de tu rewşên bi guman nehatin dîtin. Di encama dawî ya ku ji aliyê 1'emîn Lijneya Pisporê ya Serokatiya Tiba Edlî ve hat dayîn; Gumana destdirêjî-cebir, jehrîbûn, bûyereke trawmatîk tunebû û sedema teqez a mirinê xeniqîn hat diyarkirin.

Li aliyê din bav Nîzamettîn Kabaîş jî diyar kiribû ku li ser cenazeyê keça wî mînakên DNA yên 2 mêran hatine dîtin. Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku ji 47 kesan mînakên DNA'yê hatine girtin û wiha gotibû: "Di mînakan de li hev hatin çêne bû” DNA ya 2 mêrên cuda heye. Ger li wan bigerin û bibînin dê ev mijar çareser bibe. Bila kes nebêje Rojîn întîxar kiriye û di avê de xeniqî ye. Teqez ne wisa ye.”