Rapora NY’ê : Rêjeya birçîbûnê dadikeve, lê hedef hê dûr e

Li gorî rapora nû ya pênc saziyên girêdayî NY’ê, daketina birçîbûna gerdûnî li pey hev ket sala xwe ya sêyem. Li beramberî vê 2.1 milyar kes hê di asta navîn û giran de bêewlehiya xwarinê dijîn.

Navenda Nûçeyan – Li cîhanê belavbûna birçîbûnê krîzên civakî û aborî girantir dike. Bi milyonan kesan ber bi xirabûna tenduristiya giştî, kêmbûna hilberînê û zêdebûna rêjeyên hejariyê ve dibe. Bêewlehiya xwarinê ya berdewam, gefê li aramiya civakî û pêşketina domdar dixwe.

Rapora ‘Rewşa Ewlehiya Xurek û Xurekê li Cîhanê ya 2026’an’ ku ji hêla 5 saziyên NY’ê ve hatî weşandin, eşkere kir ku rêjeya birçîbûna cîhanî di sala 2025’an de sê salan li pey hev daketiye. Ev jî nîşaneyek ku potansiyela pêşketinê di têkoşîna li dijî birçîbûnê de nîşan dide.

Rapora ku îro hat weşandin, destnîşan kir ku ev pêşketin li seranserê herêman lawaz û neyeksan dimîne û bi leza ku ji bo bidestxistina armanca jiholêrakirina birçîbûnê heta sala 2030’an pêwîst e, bipêş nakeve. Tê payîn ku ji sedî 7,8’ê nifûsa cîhanê di sala 2025’an de ji ber birçîbûnê êşê dijî, ji sedî 8,1 di sala 2024’an û ji sedî 8,6 di sala 2022’an de zêdetir e ku kêmbûnek hêdî lê domdar nîşan dide.

Efrîqa herêma herî zêde birçî ye

Di raporê de hat destnîşankirin ku tevî vê kêmbûnê jî, valahiya herêmî hîn jî fireh e. Her çend Asya, ligel Emerîkaya Latîn û Karayîban di kêmkirina birçîbûnê de pêşketinek girîng bi dest xistibe jî, Efrîka bi qasî 309 milyon mirov (li gorî bi qasî 292 milyon li Asyayê) herêma herî zêde bandor dibe, dimîne. Her çend rêjeya birçîbûnê li Efrîkayê di salekê de ji sedî 20,3 daketiye ji sedî 20’an jî, parzemîna Efrîkayê hîn jî xwedî hejmara herî zêde ya mirovên birçî ya cîhanê ye.

Di raporê de hate diyarkirin ku krîza ewlehiya xwarinê ne tenê bi birçîbûnê ve sînordar e. Nêzikî 2.1 milyar mirov, ango ji sedî 25.8’ê nifûsa cîhanê, ji bêewlehiya xwarinê ya navîn an giran êşê dijî.

Efrîqa herêma herî bi bandor ku ji sedî 56,6 ê nifûsa wê bi vê rastiyê re rû bi rû ye. Ev rêje li Asyayê ji sedî 20,3, li Emrîkaya Latîn û Karayîp ji sedî 22,9 û li Emerîkaya Bakur û Ewropayê tenê ji sedî 8,7 e.

510 heta 520 milyon kes rû bi rûyî birçîbûnê ne

Raporê bal kişand ser encamên pêşbînîkirî yên şerê berdewam li Rojhilata Navîn û hişyarî da ku bandora berdewam a zêdebûna bihayên enerjî, gubre û xwarinê, li gorî  texmînên berê ku nêzîkî 503 milyon bû, heta sala 2030’an 510 heta 520 milyon kesan dê di birçîbûnê de bihêle. Di raporê de hate diyarkirin ku şerên çekdarî, guherîna avhewayê û kêmbûna alîkariya pêşketinê û fînansmana mirovî faktorên sereke ne ku dikarin pêşveçûna di têkoşîna li dijî birçîbûna cîhanî de asteng bikin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pêşketina baştirkirina tenduristiya dayîk û zarokan bi sînor e û nîşaneyên wek lawazbûna mezinbûnê, kêmbûna kîloyan, zêdebûna kîloyan, giraniya kêm a zayînê û şîrdana tenê bi şîrê dayîkê re bi heman rêjeya pabendbûnên navneteweyî û armancên xurekê yên 2030’an pêşve naçin.

Raporê her wiha diyar kir ku mesrefên zêde yên xwarina bi tendurist yek ji astengiyên herî girîng e li pêşiya bidestxistina Armanca Pêşketina Domdar 2 ye û her çend kêmkirina mesrefa xwarinên bi tendurist girîng be jî, heta ku polîtîkayên gihîştina xwarina bi tendurist û domdariya pergalên xwarinê mîsoger dikin neyên xurtkirin, ew ê têr neke.

Di raporê de hate îfadekirin ku salên mayî heta sala 2030’an hewldanên awarte û veberhênanên mezintir hewce dikin û diyar dike ku avakirina cîhanek ku tê de yek ji sê kesan gihîştina xwarina bi tendurist hebe armancek e ku îradeyek navneteweyî ya hevpar û çalakiyek cidî hewce dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye daxuyaniya mijara gotinê ji aliyê Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO), Fona Navneteweyî ya Pêşxistina Çandiniyê (IFAD), Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve bi hevbeşî hatiye weşandin.