Rapora mehane ya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê hat aşkerekirin

Tora Mafên Mirovan aa Kurdistanê rapora mehane belav kir û di vê raporê de hat diyarkirin ku di nava mehekê de 5 jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û li girtîgehên Bokan û Urmiyeyê pirsgirêkên tendirustiyê zêde ne.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê rapora mehane ya binpêkirina mafên mirovan belav kir û di nav de daneyên mirina li girtîgehan de kuştina jinan û kolberan ji aliyê rejîma Îranê ve aşkere kirin. Li gorî vê raporê di nava mehekê de li Rojhilatê Kurdistanê 7 kolberên Kurd li sînorên parêzgeha Rojavayê Azerbeycan, Kurdistan û Kirmanşanê jiyana xwe ji dest dane. Yek ji van kolberan ji ber sedema sekinanadina dil û yek jî ji bilindahiya cihê sînor ketiye û jiyana xwe ji dest daye. 3 kes bi guleyên leşkerên Îranê û 2 kes jî bi guleya hêzên pastaran li sînorê Tirkiye û Îranê jiyana xwe ji dest dane. Di heman mehê de 10 kolberên Kurd ji ber guleyên hêzên parastina sînorên Îran û Tirkiyeyê birîndar bûne.
5 jin hatine kuştin  
 
Li bajarê Derşar, Kirmanşan û Seqizê 5 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve hatine kuştin her wiha du jinên girtî yên Kurd li girtîgehên Bokan û Urmiyeyê ji ber sedemên tendirustî û nedîtina çareseriya di dema xwe de jiyana xwe ji dest dan û li gorî heman raporê 5 karkerên Kurd li bajarê Seqiz, Kirmanşan, Serdeşt û Merîwanê di bûyerên kar de jiyana xwe ji dest dane.
19 çalakvanên Kurd hatine destserkirin
5 hemwelatî ji ber nerazîbûna xwe nîşanî hikumetê dane û çalakî li dijî asayîşa neteweyî pêk anîne, ji aliyê dadgeha rejîma Îranê ve cezayê zindanê ji 3 meh bigre heta 40 salan li wan hatiye birîn. Nêzî 19 hemwelatî û çalakvan li parêzgeha rojavayê Azarbeycan, Kurdistan û Kirmanşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin. Tenê du kes bi wekalet hatine berdan.
Di nava vê mehê de jî 3 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Viyan Mehemed, Şakir Bêhroz û Keyhan Mekerem li girtîgeha Urmiyeyê ji bo nerazîbûna girtina heta hetayê, dadgeha bêmaf a ku ne li gorî zagonan ceza daye dest bi gureva birçîbûnê kirine.