Rapora HDK’ê: Guherîna demografîk metirsiyek mezin e

HDK’ê der barê herêmên erdhejê de raporek çavdêriyê amade kir û di raporê de destnîşan kir ku guherîna demografîk metirsiyek mezin e û hêrsa hemwelatiyan a li dijî desthilatdariyê zêde bûye.

Navenda Nûçeyan - Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li herêmên erdhejê ku navenda wê Mereş e, li bajarên ku hilweşiyane serdanan pêk anî, raporek çavdêriyê amade kir û bi raya giştî re parve kir.

HDK di rapora xwe de diyar dike ku ew ewilî çûne serdana Osmaniyeyê û çavdêrî kiriye ku AFAD ewilî çûye Osmaniyeyê, li vir 306 avahî hilweşiyane û 766 kes jî di bin kavilan de mane. Di raporê de hat gotin ku piraniya avahiyên hilweşiyane ji ber birîna kolonên wan hilweşiyane.

Nîşaneyên gurîbûnê dest pê kirine

Di rapora çavdêrıyê de hat diyarkirin ku bi taybetî li gundê Narli yê Bazarcixa Mereşê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê mercên tendirustiyê xerab bûne û nîşaneyên nexweşiya gurîbûnê derketine hole û îhtîmala nexweşiya tîfoyê jî heye. Di raporê de hat gotin ku li herêma Mereşê dilxwazên erdhejê li ser xebatan serwer in. Bi lez pêwîstî bi amûrên paqijiyê, kon, melzemeyên germkirinê heye. Di demên pêş de dibe ku qeyrana xwarinê derbikeve. Her wiha pêwîstî bi tuwaleta seyar a bi av û ava paqij heye. Di kona ku AFAD’ê ava kiriye de bijîjk û xebatkarên tendirustiyê nîn in pêwîstiyên tendirûstiyê yên weke dilxwaz ji Îtalya, Almanya Fransa û xwendekarên ODTU’yê pêşwazî dikin. Li Narliyê ji bo zarok bandorên erdhejê derbas bikin, xebatên ku tên meşandin ji aliyê dilxwazan ve tên meşandin û birînên xelkê bi destên dilxwazan tên pêçandin.”

‘Guherîna demografiyê metirsiyek mezin e’

Di raporê de bal hat kişandin ser guherîna demografiyê û wiha hat gotin: “Guherîna demografiyê li Bazarcixê yek ji metirsiyên herî mezin e. Kon yan jî bajarên konteynir li cihên ku hilbijartin lê werin kirin AKP-MHP xebatên avakirinê de ne. Ev ji bo Kurdên Elewî li Bazarcixê pirsgirêka ewlehiyê ya mezin e û fikaran ava dike. Şaredariya Silopyayê bi avakirina konê, mala xwarinê, rojane sê dan xwarinê dide. Di vî alî de teqdîrek mezin girtiye. SES her roj di konan de lêgerîna tendirustiyê dike.”

‘Bajarek ji şer derketiye’

Di raporê de hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê navê AFAD’ê heye lê ew bi xwe nîn e. Di raporê de hat gotin ku li navçeya Bazarcixê dîmenên bermahiyên ku bajarek ji şer derketiye xuya dike. Ev rewş li ser polîtîkayên rantê yên bicihbûnê hatine avakirin û ev jî îsbata wê ye. Nifûsa bajar piranî koçber bûye, hema bibêje jiyan li wan deran sekiniye. Pirsgirêkên bingehîn ên weke kon, germahî, tendirustî, tuwalet, ava paqij û xwarinê hene.

‘HDP felsefeya hevgirtinê dinexşîne’

HDK’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku li bajarên erdhej lê çêbûne HDP’ê bi rêvebirina navenda koordînasyona krîzê derî ji bo xebatên alîkarî û piştevaniyê ji bo dilxwazan vekiriye û dilxwaz hewl didin ji mexdûran re bibin alîkar û birînên wan bipêçin. Piştevanî û alîkarî li gorî ruhê felsefeya xwe ya hevgirtinê ku dinexşîne, bêyî ku cihêkariyê bixin navbera zimanek, çandek, netewek û baweriyê xebatan didin meşandin. Bi vê yekê dilxwazên biyanî ku ji derve tên herêmê bi aramtir û bi bawerî dikarin bixebitin û mayîna  wan a li herêmê dirêj dibe.”

HDK’ê di rapora xwe de diyar dike ku AKP li herêmê pêbaweriya xwe winda kiriye. Hêrs û nerazîbûna xelkê li dijî desthilatdariyê zêde bûye. HDP di rapora xwe de destnîşan kir ku tora piştevaniya dilxwazan di nav Kurdan de atmosferek yekitiya neteweyî jî afirandiye. Li kêleka wê bal kişandin ser cihêkariya di navbera hemwelatiyên Sûriyeyê û zarokan de û divê dilxwaz di vî alî de bi awayekî baldar tevger bikin.