Rapora DFG’ê ya Tebaxê: Mafê ragihandina azad hat binpêkirin
DFG rapora meha Tebaxê ya binpêkirina mafan a li dijî rojnamevanan weşand. DFG di raporê de diyar kir ku di meha Tebaxê de jî mafên rojnamevan û ragihandina azad hatiye binpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Tebaxê eşkere kir. DFG'ê di raporê de diyar kir ku di meha Tebaxê de jî zextên li ser çapemeniyê û mafê ragihandina azad bênavber dewam kirine.
‘4 rojnamevan hatine binçavkirin’
DFG’ê da zanîn ku rojnamevan ji ber parvekirinên xwe yên medyaya dîjîtal, nûçeyên çêkirine û xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatine binçavkirin, lêpirsîn der barê wan de hatine vekirin, hatine darizandin û hinek ji wan hatine girtin.
Di Tebaxê de xebatkarên Rojnameya Aydin Denge jî di nav de 4 rojnamevan hatin binçavkirin. Rojnamevanek hate girtin, der barê 5 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekiriye û ji 2 dosyayan 4 rojnamevan hatin darizandin.
Bi taybetî binçavkirina nûnerê Rojnameya Aydin Denge yê ku ji ber "hesta wefayê" li ser medyaya dîjîtal parvekirin kiribû, bû sedema astengkirina xebatên rojnamegeriyê. Rojnamevan Îrem Delice jî piştî ku bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan, li ser îtiraza dozger dîsa hat binçavkirin û girtin.
‘Der barê rojnamevanan de lêpirsîn hatin destpêkirin’
Di berdewama raporê de hat destnîşankirin ku di meha Tebaxê de li ser nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal ên rojnamevanan jî lêpirsîn hatine destpêkirin. Hat diyarkirin ku der barê nûçegîhana Îlke TV Zîlan Azad de ji ber roportaja ku kiribû, der barê Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Hurriyetê Ertugrul Ozkok de ji ber beşdarbûna bernameyekê lêpirsîn hatine vekirin.
Her wiha der barê rojnamevan Can Bursalî de ji ber nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal bi şertê kontrola edlî hat berdan; der barê Burhan Can Terzî de ji ber nûçeyên werzişê lêpirsîn hat vekirin û Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Îzmirê Dilek Gappi jî ji ber daxuyaniya têkildarî rojnamevanan da, îfadeya wê hat girtin.
Zextên li ser azadiya çapemeniyê
DFG’ê bal kişand ser sansurên medyaya dîjîtal û diyar kir ku piraniya zextên li ser azadiya çapemeniyê ji sansura dîjîtal pêk tên. Di raporê de hat gotin ku di meha Tebaxê de gelek hesabên medyaya dîjîtal û nûçe hatine astengkirin; nûçeyên der barê Holdinga Zulfikarlaran, nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê û dosyayên lêkolînê yên Medipolê bûn sedema astengkirina hesabên medyaya dîjîtal.
Ji ber nûçeyên kuştina Rojin Kabaişê li ser hesabên X ê rojnamevan Oznur Deger û Salih Sertkal astengî derketin. Her wiha hesabên X yê Medya Haber TV, Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û JINNEWSê, her wiha hesabên Ajansa Mezopotamya û rojnamevan Nasuh Bektaş û Firat Fistik hatin astengkirin; hesabê Înstagramê yê Nûjîn Medyayê jî hat girtin.
‘Mafê rojnamevanan hate binpêkirin’
Di dawiya raporê de hat diyarkirin ku hesabê YouTube ê JINNEWS’ê jî di vê mehê de bi temamî hatiye girtin. DFG’ê bang kir ku zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin, rojnameger bikarin di şert û mercên azad de bixebitin, azadiya ramanê bi zagonan bê mîsogerkirin û binçavkirin, girtin û darizandina rojnamevanan bi dawî bibe.