Rapor: Rejîma Îranê 26 jê jin 342 kes qetil kir

Saziya Mafê Mirovan a Îranê bi raporekê daneyên herî dawî yên kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin parve kir û diyar kir ku ji aliyê rejîma Îranê ve 43 jê zarok, 26 jê jin 342 kes hatine qetilkirin.

Naveda Nûçeyan - Saziya Mafê Mirovan ya Îranê (IHR) diyar kir ku di serhildanên ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, destpê kir de hejmara kesên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin gihaye 342’an û her wiha kesên der barê wan de biryara darvekirinê derxistine bûne 5 kes.

Rapor li ser malpera înternetê ya ÎHR'ê hat weşandin. Di rapora ku agahiyên li ser serhildanên du meh in didome hatine parvekirin de ji 31 bajaran daneyên der barê 23 bajaran de hat parvekirin. Hat destnîşankirin ku wendahî herî zêde li Sîstan-Belucîstanê hatine jiyîn.

26 jin hatin qetilkirin

Li gor raporê li eyaletên Sîstan- Belucistanê 123, li Tahran 3  Mazenderan 33, Kurdistan 32,  Gilan û Azarbeycana Rojava  23, Kirmanşahê 14, Elborz 15, Huzistan û Horasan-i Rezive 5, Esfehan û Zencan 4, Navend û Loristanê 3, Kazvîn, Kohgiluye-Buyer Ahmed, Rojhilatê Azerbaycan, Erdebil, Îlam, Buşehr û Hemedan'da dû, li Simnan û Kirman'ê yek xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dane. Ji xwepêşanderên ku jiyana xwe ji dest dane 43 ji wan dibin 18 salî de ne û 26 ji wan jî jin in.

Biryara darvekirinê

Li gor raporê xwepêşandanên ku hatine girtin hêjmara wan ji 10 hezaran zêdetir e. Heya niha der barê 5 xwepêşanderan de biryara darvekirinê hatiye dayîn, di heman demê de serhildanên giştî yên ku berdewam dike ji 40’an hêzên rejîma Îranê mirine.