Rapor: Jin bêqeyd bi mûdçeyek hin kêmtir tên xebitandin
Li gorî rapora Daîreya Lêkolînê DÎSK/Karê Giştî EMAR’ê, ji sedî 32,5’ ê îstîhdama jinan neqeyd kiriye. Jin zêdetir dixebitin lê hin kêmtir qezenc dikin.
Navenda Nûçeyan- Rapora Keda Jinê ya ku her sal di 8'ê Adarê de ji aliyê Daîreya Lêkolînê DÎSK/Karê Giştî EMAR’ê EMAR (Lêkolîna Kedê) ve tê amadekirin, hat eşkerekirin. Raporê pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de jiyîn eşkere dike.
Li gorî raporê, ji her 10 karkerên jin tenê 1 kes bisendîkaye û dema îstîhdama neqeydkirî jî tê zêdekirin, di jinan de rêjeya sendîkabûyîna rast tenê ji sedî 6,2 dimîne. Di îstîhdama jinan de rêjeya neqeydkirî jî balkêş e. Ji sedî 32,5’ê îstihdama jinan bêqeyde. 3,3 mîlyon jin ji ewlehiya civakî bêpar e.
Li herêma erdhejê jin bêqeyd bûn
Di raporê de tesbîta ku di pêvajoya beriya erdhejê de, “li parêzgehên Dîlok, Semsûr, Kilîs, Hatay, Mereş, Osmaniyeyê, Riha û Amedê tevlêbûna jinan a di ked û kar de kêm e” hat kirin, tê diyar kirin li herêmê ji sedî 26,7’ê hêza kar ji jinan pêk tê. Di rapora ku tê pêşbînîkirin ku piştî erdhejê îstîhdama jinan kêm bibe, tê dest nîşan kirin ku jin ji ewlehiya civakî jî bêpar in. Li gorî raporê ji sedî 48’ê jinên beriya erdhejê dixebitiyan biqeyda saziya ewlehiya civakî dixebitiyan, ji sedî 52’ê wan jî neqeyd kirî dihatin xebitandin.
Li Tirkiyeyê di îstîhdamê de cinsiyet açığı
Di rapora ku daneyên OECD'ê jî hatin bi bîr xistin de, tê diyar kirin ku li Tirkiyeyê îstîhdama jinan ji sedî 34,3, îstîhdama mêran ji sedî 70,7 e. Dema di îstîhdamê de li ferqa zayendî tê temaşe kirin, ev rêje li Tirkiyeyê 36,4 e. Li Tirkiyeyê îstihdama jinan hema nîvê îstihdama mêran dişopîn e.
Di pênc salên dawî de 1,9 puan zêde bû
Rapora ku rêjeya îstîhdamê li Tirkiyeyê ya jin-mêran li gorî salan dinirxîne, rewşê wiha rave dike: “Tê dîtin ku di 5 salên dawî yên navbera 2018-2022’an de îstîhdama jinan bi pûanek pir kêm zêde bûye. Di sala 2018’an de îstîhdama jinan ji sedî 29,4 bû, di Kanûna 2022’an de jî 1,9 puan zêde bû û ji sedî 31,3’e re bilind bû.”
Li aliyê din rapor dibêje “li gorî daneyên OECD’ê; Rêjeya bêkariyê ya jinan li Tirkiyeyê %12,7 e, ev jî du qat ji navînî ya welatên endamên YE û OECD ye zêde ye” û der barê bêkariya jinan de wiha dibêje:
“Dema em bi berfirehî li pêvajoya 5 salên dawî dinêrin; dema rêjeya bêkariya jinan ya pênaseya teng li dora ji sedî 14 e, em dibînin ku pênaseya berfireh rêjeya bêkariya jinan zêde bûye. Di sala 2018’an de hejmara jinên bêkar ên bi teng diyar/fermî 1,4 mîlyon kes e, di Kanûna 2022’an de derket 1,7 mîlyon kesan. Di heman pêvajoyê de bêkariya jinan pênaseya berfireh ji sedî 23,5 6 puan zêde bû û bû ji sedî 29,5 û bû gihişt 4 milyon û 82 hezar kesan.
Mêr hin zêdetir qezenc dikin
Li Tirkiyeyê jî mêr li gorî jinan ji sedî 20,84 zêdetir qezenc dikin. Mêrên ku biyewmiyê dixebitin, li gorî jinên biyewmiye dixebitin ji sedî 47,39 zêdetir qezenc dikin. Rapor di kesên bi pere û bi mûçe dixebitin de jî vê cudahî wek ji sedî 16’e eşkere dike.